li ber pencereya bendemanê
qalpaxa çavên min yên hesretkêş
qerimîn
dilê xapînok
di agirê dojeha evîna te de
hate biraştin
çirûskên rûkeniya te ya xweşik
hinav li min şewitand
di keservedana rojên zalim de
lal û gêj bûm
bi gavên şemitok
ber bi bêrîkirina te ve
dipekim
çok li min sist bûn
bêhn li min çikiya
kezeb û gurçik li min heliyan
ewran
di guregura xwe de
qirik li xwe dirandin
asîmana sayî
firmêskên sor
rijandin
heyvê
şara reş li eniya xwe
girêda
çûkan
ji hêlîna sebirê
fîrar kir
ez
êşa tunebûna te bi janazirav
vedixwim
piştî te
ne navê min
ne bajarê min
ne temenê min
ne cîh û warên min
ne şev û rojên min
û ne jî halê min hal e
fanûsa demên şad
li ser min vemirîn
zelaliya gola xewnên şîrîn
herimîn
ez
pişta birînên qalikgirtî
dispêrim henasa te ya germ
û li ber xwedêyê dilovan
digerim
li nimêja êvarên rengavêtî
ayetên nûraniya awirên te
dixwînim
ava kewserê
bi tasa destê horiyên bihuştê
diyarî te dikim
barana havînên kêfxweşiyê
li baxê hezkirina te
dibarînim
berxên xwe
li zozanên qefesa te
diçêrînim
di kevana birûyên te de
hêlekana zaroktiya xwe
dihejînim
ez
li tenîşta dara gûzê rûdinim
û bi dengê bilûrê kilamên sewdayê
dilorînim
bi tîra bijangên tûj
tevna qedera xwe ya veçirisî
dirêsim
tîrêjên tava rojê
li ber şopa lingên te
radixim
keziyên zîvkildayî
bi pêlên bayê rojava
dihûnim
bi sermestiya lêvên cirifî
xwêdana eniya te ya gewr
radimûsim
sipehîtiya bûkaniya te
bi xeftanê qedîfe
dixemilînim
û li dor şewq û şemala bejna fîdanî
direqisim
êdî
xumxuma kaniya gotinên reben
miçiqîn
dîwarê hevokan
herifî
dengê zengilê bîrhatinan
hate birîn
bêçare
li tenêtiya derûniya xwe
vedigerim
ez ê
hestên wêran
daynim ser balîfa xeman
û hêviyên mişextbûyî
di bin lihêfa xeyalên jankêş de
ramedînim
Xizan Şîlan
2014-02-12
Stockholm