Share |

Hevdîtina çandeyan di derya helbestê de

 

Di bin navîşana "Hevdîtina çandeyan di derya helbestê de" revenda Mîrgehên Erebî ên Yekbûyî şevbuhêrkeke helbestxwendinê lidar dixe

 

Hozan Emîn

 

Dubey

 

 

 

Revenda kurdî li mîrgehên erebî diyar kir ku wê şevbuhêrkek e helbestê bi beşdariya şeş

helbestvanên kurdê û ereb di demjimara şeşê êvarî de roja 30_5_2008 li otêla holîdê on "mîrgeha Şarîqa" lidar bibe.

 

Wilo û perpirsiyarekî çandê di revendê de navê her şeş helbestvanên beşdar diyar kir;

 

1- Helbestvanê navdar Fewzî Eletroşî, berkarê wezareta çanda Îraqê.

2- Helbestvanê Ereb Hesan Izet,nivîskarê gotinên strana" lî sedîqun min Kurdistan"

Ya ku hunermend Semîh şiqêr ew strandî.

û wê di şevbuhêrkê de du helbestvanên keçik helbestên xwe bi erebî bixwînin;

3- Fedwa kêlanî

4- Evîn şikakî

û wê du helbesvan helbestên xwe bi kurdî bixwînin;

5- Ezîz xemcivîn.

6- Hemza cengo.

 

Hêjayî gotinê ye ku ev şevbuhêrka ku îsal destpêka çalakiyê çandê ye ji revendê re

Wê di bin navnîşana" Hevdîtina çandeyan di derya helbestê de" be û wê bi alîkariyeke zindî ji sema kurd bo çand û hunera kurdî bibe , û wê helbestvan Cemîl darê şevbuhêrk û helbestvanan pêşkêş bike.

Berpirsiyarê çandê bi ser de got " ku birêvebiriya revendê texmîn dike

Ku hijmareke mezin ji henteşan û ji hemî asteyan li vê bûyerê hazir bibe, hînde revendê vexwendin ji gelek

Kesên ku di warê wêjeyê de kar dikin re şandiye û ji rojnamegr û ji riwên civakê re

Yên ku wê desgehê ragehandinê hewl bidin ku di nav wan de bin û jîwariyên şevbuhêrkê biguhêzin".

 

 

 

 

 

Avestakurd

 

Wergerandin ji erebî:

 

Ciwan Nebî

 

 

28 May, 2008 02:20:00