Share |

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRKê,dilê zarokên kobaniyê xweş kir

Di çarçoveya kampanyaya ku Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK dabû destpêkirin de, 400 montên zarokan (Cilên zarokan) hatin kirîn. 

Ev tevkariya bi zarokên Kobanî re ji alî rêveberên HRRK-Bakur Mizgîn Tahir, Munîr Şêxê û Rizoyê Xerzî ve gihan zarokên Kobanî yên ji ber zilma terorîstên DAIŞ'ê cih û warên xwe terk kirine û li Pirsûsê di kampa penaberan de bi cih bûne. 

Îro di seatên serê sibehê de şandeya bi navê HRRK'ê berê xwe da Pirsûsê û ew cil û bergên ku hatin kirîn teslîmî rêveberiya saziya kar û barên penaberan ên kampa Arîn Mîrkan kirin. 

Di vê demê de, kurd bi giştî û bi taybetî yên Kobanî û Şengalê di şert û mercên giran re derbas dibin, pêwîst e ku hemû sazî û rêxistinên kurdan xwedî li xwişk û birayên xwe derkevin û bi her awayî alîkariya wan bikin. 

Em, wekî Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, di vê derbarê de spasiya xwe ji bo her kesên ku tevli vê kampanyayê bûn, dikin.

Herwisa, cihê kêfxweşiyê ye ji bo me, ku em karibin, bi alîkariya dost û hevalên ku tevlî kampanyayê bûne; kêlîkekê be jî rûyê zarokên Kobaniya berxwedêr bikenînin û dilên wan xweş bikin.

 

Komîteya Ragihandinê ya

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRKê 

18.12.2014