Share |

hevpeyvina taybet ya Kurdîgehê bi Elîxan Loran

Omer Faruk Baran û Elîxan Loran

 

çima dest ji kovara Wyê berda, ew li ser rewşa edebiyatê çi hizir dike û zehmetiyên edîtoriyê çi bûn?

O.F.Baran: Te çima dev û dest û dil ji Wyê berda?

Elîxan Loran: Welat, wêje, westandin… Ji ber ku têra xwe diwestiyam lê hemberî vê west û rawestanê jî tiştekî ku dilê mirov şa bike çênedibû. Mesela tu ajansê, tu rojnamevanî hevpeyvînek bi kovara Wyê re nekir, tu nivîskarî/ê di quncika xwe ya rojname û malperê de bi kurtasî jî be qala Wyê nekir, negot “mijara vê dosyeyê ev e, an bixwînin an jî nexwînin” a rast êdî ew xeml û xêza kovaran nemaye ligel ku kovar paleyên wêjeyan e.

O.F.Baran: Çi zorî û zehmetiyên editoriyê hebûn?

Elîxan Loran: Gelek zehmetiyên wê hebûn, ew qasî zehmetî hebûn, ji bo ku em dilê xwe xweş bikin, min digot “edîtor, hil bû jor, bêhn da dor, edîtor edîtor” û edîtorê din ê kovarê Serwet Denîz dibişirî digot “mala mirtiban bi seknê xera dibe, ka were em karê xwe bikin.”

O.F.Baran: Torpîl û bertîl mertîl jî hebûn? Yanê kesî ji bo hevpeyvîn û rismê li qapaxê xwe bi te dida?

Elîxan Loran: Tobe heram be ku torpîl û bertîl hebûn! Ez vêya bibêjim, ji xeynî 3-4 weşanxaneyan tu weşanxaneyê pirtûkên xwe ji me re nedişandin, ev 3-4 weşanxane jî piçekî me di ber wan re diavêt û wan jî pirtûkên xwe diyarî kovarê dikirin. Lê ev jî heye, me jî lingê tu nivîskarî/ê di ser ê/a din re negirt, me jî ji kesî re torpîl çênekir, bi tenê nivîsên ji girtîgehan dihatin me car caran dora kaniyê didan wan, me ji wan re torpîl çêdikir, ji ber ku em dizanin nivîsên wan heta digihiştin me, ji çend qonaxan derbas dibûn. Gelek kesan dixwestin bibin mijara dosyeyê, me jî dixwest lê tenê du dosyeyên wisa pêk hatin. Ji ber ku dizanibûn li ba me torpîl tune, zêde israr nekirin.

O.F.Baran: Ê te go çi? Ma herkes şair e li vî welatî?

Elîxan Loran: Xwezî welat hebûya û her kes şair bûna. Eliot dibêje “şairiya heta 25 salî, mirov nikare jê re bibêje şairî” wî tiştê ku em qal dikin “pijiqandin” e, “verişîn” e, “xwevalakirin” e, “aşê li ber avan” e, ne şairî ye.

 

O.F.Baran: Te wextekê gotibû ‘’helbesta Kurdî helbeşq e’’. Ma ne eşq be wê çi be?

 

Elîxan Loran: Erê bila eşq jî hebe, lê bila şal û şapik jî tê de hebe, bila keleşkof jî tê de hebe, bila Kawa û Ferîdûn û Keyakser jî hebe, bila zarokên keviravêj jî hebe, bila girûra neteweyî jî hebe, bila bimire “bijî biratiya gelan” jî hebe, bila hubriyên sêvkî, reşbelek, pelbehcankî jî hebe, bila Kaniya Kewan, Kaniya Gûzê, Çilkanî, Kaniya Dergeh jî hebe, divê gelek tişt hebin. Lê tişta ku min digot “helbeşq” ev bû ku em reçeteyên eşqê nenivîsin û çav û porê yarê nekin alavên fetîşîst, heke yar çû jî ma jî, mirar bû jî, bibe firar jî helbest hê jî helbest be, eşq ji bo helbestê bibe katalîzor.

O.F.Baran: Û bê henek ma rast hê nivîskar ji xwendevanan bêhtir in yan va çend sal in xwendevan zêdetir bûne?

Elîxan Loran: Nivîskar mirîşk e, xwendevan hêk e, de ka kî ji kê derketiye, kî ji kê zêdetir e, tu hesab bikî. Ez dizanim piştî vê ravekê tu yê bibêjî “lê mirîşkên zîreetê?” bersiva vê pirsê ne li ba min e.

 

 

 

O.F.Baran: Lê ‘’Hey Teacher’’? Leave writing alone! Min çend caran xwend û ev peyvebaranek bû li ser Rênas Jiyanî. Gelek nivîskarên me mamoste ne, ma wê çi’bkin û pê çi debarê xwe bikin? Ma ev ne helbesteke giran bû? Kesî tiştek negot?

Elîxan Loran: Wekî Rênas jiyan xuya dike lê ez qala gelek kesan dikim, qala nifşê rewşenê gişî dikim, qala kesên ku ku rojê 15 caran dibêje “li vir binihêre”, “huş be”, “binivîse”, “dubare bike,” “rabe,” “were”, “here”, “kerê çolê” dikim. Ev meseleyeke têra xwe hessas û têra xwe girîng e. Bi ya min ev mesele girêka xirboqî ye, min xwest bi devan vekim. Ma tekane riya debarê mamostetî ye? Ma Kurdistan qampa penaberan e û tenê karê mamostetiyê heye? Ya din tişta ku nivîskar li dij e çawa dikare di wê sîstemê de vehewe, çawa dikare her hefte li ber xwendina “istiklal marşı” pêşiya xwe bi hev bixin, gelo kurd “îstîklal” bûne haya me jê tune ye? Du sed mamosteyên kurd tune bin wê dinya xera nebe, lê du sed nivîskarên “çardehxur” hebin, em kurd, em ê li serdestan vajî bikin, em ê erza serdestan têxin derza wan. Ez bi xwe jî dibêjim helbesteke giran e, têra xwe polîtîk e, têra xwe jêpirsîn e. Çend kesan gotin, tu neheqiyê li wan û li me dikî û hew. Ya din, tu dibêjî gelo kesî xwendiye? Tişta dizanim kurd ji bo mirîşkan hev du didin ber kêr û bêran, lê hê kesî serê xençera Pîremêrd nîşanî min nedaye.

 

O.F.Baran: Ê ka kî ne berx e di çerxa sîstemê de? Qey tu û Kawa Nemir tenê beran in? Ê hunerê ji otomatan nakşînin çend kes in? Tu dikarî çend camêra bêjmêrî ?

Elîxan Loran: Dawiya dawîn em ên li bajaran giş berx in, “tc kimlik no”ya me gişan heye lê mesele ew e, em ê vê cenabetiyê çawa ji ser xwe hilînin? Ez li ser navê Kawa nikarim tiştekî bibêjim, lê ê min ez ne beran im, beran wa ye dimeşin û şer dikin. Beranan kirine ku li ba serdestan têgeheke bi navê “Sendroma Bahoz” çêbibe. Dibêjin kurd pez tevî şivan didizin, hêviya min ew e ku zarokên me yên ku selpak firotin û bi pereyê wan selpakan benzînê dikirin, ji otomatan hunerê nekişînin, otomatan bişkînin!

Beşa didoyê:

:: O.F.Baran: Ax û Jiyan ka çima dewam nake? (?)

:: O.F.Baran: Dibêjin ‘’Ax û Jiyan’’a teorîk û politîk e, meriv têra xwe û malbata xwe tê de malbateke Kurd ê ‘’normal’’ nebîne? Ev gotineke normal e?

:: O.F.Baran: Himmm, ê de em bêjin axtirîn axek ji axan ji bo ‘’Ax û Jiyan’’ê. Ne wek rexnegirekî wek temaşevanekî dipirsim: Wa bala xwe didimê di ‘’Ax û Jiyan’’ê de hinek gotin li hinek karektaran nayên. Mesela dikanciyek heye ku ne dikanciyekî dikanci ye, pisporê muzikê ye: Li ser albuma Rojda şiroveyên muzikal dike. Yanî di kitêbên me de karekterên me ‘’xwenda’’ ne, qey di filmên me de jî tim û tim ‘’zana’’?

:: O.F.Baran: Yanê ‘’Ax û Jiyan’’ çi şîretan li temaşevanan dike? Qest û mabest çi ye ya rast? Serhildan û azadî û serbestî û Kurdistan?

:: Herhal ji bo nivîskarên Kurdan tenê ciyekî reklamê heye, ev jî Facebook e. Kitêbê kê derdikeve hema dixe profîla xwe û demeke dirêj jî lê dimîne. Kurt û kurmancî, mi go tu ji vê rê dibêy çi?

 

::::::

Elîxan LORAN di sala 1984"an de li Dêrika Çiyayê Mazî navika wî hat birîn. Di projeya “Linux – Ubuntuya Kurdî” de cih girt. Ji hejmara 25’an heta hejmara 39’an edîtoriya Kovara Wyê kir û niha jî di koma senaryoyê ya bi navê Senarojê de, senaryoya sît-com’a bi kurdî ya bi navê Ax û Jiyanê dinivîse.

:: Omer Faruk Baran -

2012-04-09 10:17

Omer Faruk Baran - Sirûc

info@kurdigeh.com