Dem biharbû, dev li kenbû, belko ji bêhna kulîlk û sosina bû. yan jî,
ji tiştekî din bû. Di tixûbê dexlan de min dixwend ez û ew li pêrgî
hev hatin.
Bi dengekî bilind bankir: Xwendevano pirsek min heye. Min got: Belê pirsa
te çiye ?
Got: wele min nexwendî ye, lê tu bawerî xelk diçin li ser pişta heyvê.
Min got: Erê raste hemî zanyar vê tiştê dizanin.
Got: Na, birazî ez pirsê ji te dikim ?
Min got: Ez ne dijî zanistiyê me.
Got: De here lo.. hingî li bîra min tê mizgefta gundê me li bakurê mala
meye, eger rast bûya minê carekî çavê xwe vekirya û mizgeft li
başûrê mala min bûya, hûn xwendevan hemî dîn bûne,bavo, agirekî
xwedê ye. Kî dikare nêzîk bibe ?
Kulavê şivaniyê avête ser milê min. Sivik..sivik di nav şopa rêwiyan
de wendabû.
26.12.2013 Biel
-------------
Omîdek li ber bayê
ji xanima wîre mereq bû, ku gavekî ji malê dûr bikeve. Xwedê mala
feqîriyê hilweşîne. Kurd dibêjin: { Ne rizqê kur li bave û ne rizqê
bav li kure}.Lê binemala wî hetanî kalikê sedan jî xizan û belengaz
bû.
timî rêncberî û beniya xelkê dikirin. Kufletê malbatê pirbûn, ew jî
diramiya û ji xwere digot: gelo ev qedera meye ??? Yan jî ji hovîtî û
nezaniya meye ?.
Bi rastî min bi wan cil û bergên xwe, ên qetyayî û peritî şerm dikir
ku biçme civata xelkê û şevêrkan. Jina minjî kêmanî ne dikir, şev û
roj di serê min de, dikir pite pit. Min .., ez ji we naveşêrim serê xwe
pêl dikir ber xwe de û xwe hîz dikir.
Wesa.. wesa temenê zarokan giha dibistanê. Min biryar da ez wan bişînim
dibistanê. Jina min kire qîr û qiyamet û got: Tu karekî ji xwere nakî
tê van zarokan jî ji destê me derxî, ev kiryar ne li xweşa Xwedê tê û
ne li ya beniya.
Min ji xwere got: Ezê tuxûbekî ji vê malbatê re deynim. Di vê navberê
de, rijîmê digot: Gundê we piçûke eger şagirtê we hebin bişînin
gundekî din. Min kirasê hîzîtiyê çirand û du zarok bi vêkre şandin
dibistanê. Min rûniştina malê li xwe qedexekir, çi karekî çetin û
zehmet hebûya min dikir. Lê dema ez bi êvarî dihatim malê û herdu zarok
didîtin bi cil û bergên xwendinê ve, ez hêrs dibûm weke mirov li pêş
ala kurdistanê raweste.
Beşê seretayî tewaw kirin. çavên min ji toza nezaniyê zuwabûne, dilê
min bû pelek agir hevrikî bi sewdayê min re dikir ..
Ezê çewa zarwên xwe bişînim bajêr û bi mehan ji min dûrbikevin. Dilê
min li ser sê kuçikan dikeli, zanistî, hovîtî û hejarî. Gotina feqe
Hesen hîn zimêna wê di guhê min de ye: { qelem zure, qelem zêre }. min
pêl li dilê xwe kir, xwendevanên xwe rêkirin bajêr, bo xwendina navendî
berdewam bikin.
cesaret bi minre peydabû, ez diçûm civata gundiyan. Sinore şermê avête
pişt xwe. hino..hino rûmetek ji minre peyda dibû, gundiyan bi tinaz û
gernejîn digotin: Dema kurekî te bibe tixtor wê şilqa li me bide, bextê
tene bila me ne êşîne.
hûn nizanin çendê ez ber xwere diçûm, minjî tinazê xwe dikir: Hingî
wê bibe ay û ofa we, û xwe bavêjin bi tor û bextê min.
Birahîm çendî derdê xizanî û karên cifa dikşand lê, dilê wî bi
pêşerojek ronî germ dibû. Jiyana xwe li herêmek hejar, bê guhdan, bi
zicîra Erebî dorpêç kirî didomand. Xem û sawîrên wî xwendina herdu
zarokên wî yên cêwî bûn, weko çiyayek bi nîvîre bibe dudo, wesa li
wan dinerî.
Diya wan, zarokên li malê bi nanê tisî xwedî dikirin. Dema xwîşka wan
digot: Dayê mejî mîna cîranên xwe divê em goşt bixun. Dayê lê
vedigerand: Weyla te por kurê, xwendevanê mala bavê te ne hazirbin wê
çewa di ber dilê mede here.
Rojekî li danê êvarê, Birahîm li nav zilaman guhdarî radyo dikir,
biryarek ji serkanê rêjîme derket, dibêje: Ji ber rewşa serhildanên vê
buharê, dibistan û zanko hemî karê xwe radwestînin û divê xwendevan
bizîvirin malên xwe. Birahîm ji koma zilaman veqetî bê xatir, berê xwe
da malê. Ket hundirê hewşê bi kêra xwe ya tûj serê du mirîşkan
avête dera han.
Jinikê bi ser xwere lê nerî, kêra bi xwîn di dest de dît newêrî
bêje, kuro ma tu dinbûyî , lê birahîm derfet neda û got: Bi lez şîvê
çêke, xwendevanên te îro mêvanin.
Rewşa welêt hin bi hin têk diço, saloxên xirab kat bi kat, gur dibûn.
Diya xwendevana, şîv amede kir, zarokên piçûk li hawîr dorê laliyê
rûniştin çavê wan li terqîna derî bû, kesekî ne diwêrî destê xwe
dirêjî xwarinê bike. Dê û bav, bê deng diçûn û dihatin. Zarokê li
dora laliyê,bê şîv ketin xewê, û tu pêjin ji derî ne hat.
Reşad Şeref
23.12.2013
Swêsra