Share |

HIJMARA 74 YA KOVARA PEYV KETE BER DESTÊ XWENDEVANAN

Amedekirin: Demhat Dêrikî

 

Kovara Peyv ku ji layê Yekîtiya Nivîserên Kurd tayê Duhok ve tê amade kirin û çap kirin, bi hijmara xwe ya 74’ê a werzê biharê kete ber destê xwendevanan. Kovara Peyv ji nivîsên wêjeyî û bizav û çalakiyên Yekîtiya Nivîserên Kurd tê amade kirin. Di vê hijmara xwe ya nû de jî, weke pir cara Kovara Peyv sînorên perçeyên Kurdistanê rakiriye û deriyê xwe ji wêjegerên perçeyên din re vekiriye. Di vê hijmarê de cur be cur nivîsên wêjeyî ( Vekolîn, Çîrok, Helbest, Dîwana Peyvê, Werger, Bizav û Çalakiyên Nivîseran) bi her pîtên Kurdî ( Erebî û Latînî) cih digirin. Hêjayî gotinê ye, Kovara Peyv weke naverok û ziman di warê wêjeyê de hêjayî xwendinê ye.

Naveroka hijmara vê carê ji van babetan pêk dihê:

Vekolîn

 

1.Hesen Silêvaneyî: Kend û kûrên wergeranê de-werzê mişxetbûnê be

2.Fadil Omer: Li derazînka wergeranê

3.Tengezar Marînî: Yazdehok

4.Ehmed Yasîn: Hindek binemayên rexneya nû

5.Hecî Cafer: Du wergêr û êk çîvanok

6.Tirîfe Duskî: Goman û pirsên helawîstî di pirtûka-Di malbiçukê he da zaroyek

tabota xwe dirust dikit.

7.Çiya Mazî: Çend wêne ji 30 salên dawiyê

çîrokên Kurdî Kurmancî (Bakurê Kurdistanê)

çîrok

8.Îsmaîl Silêman Hacanî: En trarekê şîrî ye û pşkleka tê de

9.Hizirvan: Neynika dilan

10.Jaro Duhokî: Deh…bi hizarekê

11.Edîb Ebdula: Bazû

12.Ferzad Kamil: Dû nax di berçavkekê de

13.Sroş Elîzade: Kevalê Marî (Wergêran ji Farisî-Newzad Amêdî)

14.Enwer Mihemed Tahir: şanogeriya Mîro

Dîwana Peyvê

15.D. Arif Hîto: Gilêş

16.Bilind Mihemed: Tabloya Hayko

17.şemal Akreyî: 20 Hayko

18.Selam Baleyî: Sîber û bê dengî

19.Luqman Asîhî: Di nav helbesteka min de bibe bûk

20.Derbas Mistefa: Ma dê çawa ax gendelan hewînit?

21.Dilbirîn Halo: Bo kiçeka buyaxçî

22.Beyar Bavî: Çend pustere şier

23.Mihemed Çelkî: Derêjbûna birîneke sarêj nebûyî

24.D. Sekvan Xelîl Hidaît: Pênasîn

25.Macd Alheyder:Du helbest

26.Zihêr Kuremarkî: Nebêje min ev e kîne

27.şêx Musê Wermêlî: Muçê pîrejina

Beşê babetên nivîsa bi latînî-Kurdî

Lêkolîn

28.Mirazê Cemal: Hinar tevî tembûrê

29.Berken Bereh: Çirûskên nûjeniyê li helbesta Bakur

Helbest

30.Xelat Ehmed: Ez kuncî, tu kuncî

31.Cemal Çelkî: Bajêrê şermê

32.Demhat Dêrikî: Birîna nava min

33.Mesud Xelef: Hemû çûn

Bizav û Çalakî

34.Bizav û Çalakiyên Yekîtiya Nivîserên Kurd….Duhok