Şanokarê Kurd Aydin Orak, li gel ku hê ciwan e jî di gelek şanogeriyan de leystikvanî û derhênerî kiriye, di gelek rêzefîlm, fîlmên sînemayê û belgefîlman de leyîstiye an jî derhênerî kiriye,
di kovar û rojnameyan de xebitiye û nivîsandiye, rojnamegerî kiriye, wergerandina pirtûkên şanoyê kiriye. Em qala xebatên wî yên cihê û mezin bikin wê ev reportaja me têrî neke. Em ê li ser pirtûka wî ya dawî 'Radîkal Tiyatro' an jî 'Şanoya Radîkal' pirsan jê bikin û ew ê ji me re bibersivîne.
Dema tenê li navê pirtûkê jî dinihêre meriv helwestek dibîne, çima şanoya radîkal?
Li Tirkiye şano bixwe karekî radîkal e. Şano polîtîk be radîkaltir e û şano bi Kurdî be hîn radîkaltir e û em hem şano dikin, hem polîtîk in û hem jî bi Kurdî dikin. Di hevpeyvînekê de, rojnamevanekî wiha ji min pirsî; 'Hun çawa şanoyek wiha radîkal dikin, ma hun natirsin? Ev peyva 'radîkal' jî ji wê pirsê tê. Yanî di şert û mercên Tirkiye de şanoya Kurdî karek radîkal e. Pirtûk jî bêtir ji nivîsên min ên li ser şanoya radîkal û şanoya Kurd ku di rojnameya Radîkalê de hatibûn weşandin pêk tê. Yanî ev ne iddayek ku ez şêweyek nû li lîteratora şanoya cîhanê dikim, mebesta min bi vî navî amajekirina zehmetiya pêkanîna şanoya Kurd li Tirkiye ye, lewre di nav lîteratora şanoya cîhanê de şêwe an jî têgehek wek şanoya radîkal tune ye. Şanoya epîk, şanoya wehşetê, şanoya absurd û hwd hene lê şanoya radîkal tune ye. Lê bi rastî jî ji aliyê polîtîk, aborî û helwestê ve jî karê ku em dikin di şert û mercên li Tirkiyê de karekî polîtîk û radîkal e. Bi vê mebestê min xwest ez navê pirtûkê bikim 'Şanoya Radîkal'.
Hun di pirtûkê de dengbêjiyê wek bingeha şanoya Kurd dinirxînin, gelo şanogerên Kurd ên niha dikarin dengbêjiyê bikin?
Belê rast e ez dengbêjiyê wek bingeha şanoya Kurd dibînim; Bi sedsalan e di nav Kurdan de dengbêjî wek leystikvanî hatiye leystin. Dengbêj ji alîyekî ve distrên û ji aliyekî ve jî jest û mîmîk bi kar tînin. Ji aliyekî ve dîwan heye temaşevan hene. Carinan dengbêjek e û carinan jî çend dengbêj bi hev re ne. Dema ku yek bi dengê xwe, bi vegotina xwe an jî bi kilama xwe monologek bi kar tîne û dema ku du an jî sisê ne li hev vedigerînin û dibe diyalog. Di şanoya Yewnanî ya kevn de pêşî leystikvanek bi tenê heye, dûre koro derdikeve pêşberî wî, dûre şanogerek din tê û leystikvanek din derdixe pêşberî wî û dibin du leystikvan, sê leystikvan, dibe koro û zêde dibin. Di dengbêjiyê de jî ev teşe hemû pêk hatine lê mixabin dengbêjî veneguhestiye şanoya dramatîk a îroyîn. Şanogerên Kurd niha nikarin dengbêjiyê bikin lê dikarin forma dengbêjiyê bi dema niha re bigoncivînin . Ji ber ku heta niha vê goncivandinê ne ceribandine meriv nikare bêje ku dengbêjî ne bingeha şanoya Kurd e. Yanî dengbêjî bingeha şanoya Kurd e û wek çavkanî li pêşberî şanoya Kurd e lê mixabin heta niha nehatiye ceribandin.
Di şanoya Kurd de bikaranîna Kurdî di çi rewşê de ye?
Ez li her derê dibêjim mixabin yên ku zimanê Kurdî herî şaş bikar tînin şanogerên Kurd in. Hin stranbêj û hunerçêkerên ku ziman baş nizanin û baş bi kar nayînin hene lê yên ku ziman herî xerab bi kar tînin şanogerên Kurd in. Di şanoyê de tiştê herî grîng ziman e lê şanogerên me li ser ziman pir hûr û kûr nabin, tenê jiber dikin û li ser sehnê bikartînin. Ji ber ku ziman tênegihîştine çêja ziman di vîn û mêjî û bizavên wan de cih negirtiye. Ji ber ku tenê jiber kirine pirjmarî û yekjmarî, nêr û mêtiyê jî gellek caran tevlîhev dikin. Di vê derbarê de em dikarin gellek tişt bêjin û me gotine jî lê pir ji wan ev gotin û rexneyên me piştguh kirine û hê jî dikin.
Meriv dikare bêje ji ber ku ne li Kurdistan li metropolên Tirkiye dijîn zimanê wan qels dimîne?
Yên li Kurdistan şano dikin bêtir ziman çewt bikartînin. Hemû hunermendên Kurd ziman çewt bikartînin Lê şanogerên me çi li metropolên Tirkiye û çi li Kurdistan hemû jî zimannezan in. Şano hunerek ku ziman geştir û dewlemendtir dike. Meriv dikare şanogerên Tirk nimûne nîşan bide; li gel ku înstîtuyên zimanê wan hene jî, lê dîsa gellek caran şanogerên wan ji înstîtuyên wan baştir ziman bi pêş ve dibin, ji ber ku di şanoya wan de ziman pir çalak û zindî ye. Ji ber vê yekê şanogerên wan ji zimanzanên wan bêtir ziman bi pêş ve dibin. Carinan zimanzan û şanogerên wan li ser ziman dikevin qirika hev lê di dawî de şanoger bi serdikevin, ji ber ku ew di ziman de hostatir in.
Hun dibêjin; divê em dev ji karakter û rolên Kurdê gundî, belengaz û dûrî şaristaniyê berdin. Gelo şanoya Kurd di warê karakteran de ev çend gundî û belengaz e?
Mixabin, şanoya Kurd wek şanoyên cîhanê yên wekî Hamletê Shakespeare û heta wek şanoya Tirk a Meddah, kavuklu, pîşekar hîna karakterê xwe ku di şanoyê de bûye bi navbang neafirandiye. Tim karakterên gundî, nezan, dîn, hov li ser sehnê dileyizin. Ku em ji wan bipirsin ew ê bêjin em çanda Kurd dinasînin lê di rastî de heqaretê li çanda Kurd dikin. Di şanoyê de divê ev karakter jî hebin lê bi vî awayî heqaretê li xwe û çanda xwe û cil û bergên xwe dikin û xwe riswa dikin. Kurd ne tenê miletekî gundî ye, Kurd şareza û modêrn in; burokrat in, şaredar in, siyasetmedar in, entellektuel in, karsaz in û hemû pîşeyên ku di civakên modêrn de hene di nav Kurdan de jî hene. Yanî Kurd ne tenê dew vedixwin, şerabê jî vedixwin.
Hun li gellek bajêr û welatan geriyane û serpêhatiyên we yên balkêş hene, li gor we meriv dikare bêje şanoya Kurd xwedî standardekî ye li ber ya cîhanê?
Li ber şanoya cîhanê em nikarin bêjin ku şanoya Kurd ya bakur xwedî standardekî ye. Şanogerên Kurd li gor derfet û hişmendiya xwe dikarin salê tenê sê an jî çar leystik derxînin. Carinan hin leystikên ku di asta şanoya cîhanê de ne çêdibin lê carinan jî nagihîje nêzî wê astê jî. Tenê li Stenbolê salê bi hezaran leystikên bi Tirkî derdikevin. Dîsa jî, ji alî çawanî em dikarin bêjin şanoya Kurd ne xerab e; lê ji alî çendinî ve em nikarin bêjin ku xwedî standardekî ye.
Di pirtûka xwe de hun pir qal dikin lê dîsa jî ez ê bipirsim; Pirsgirêkên şanoya Kurd û rêbazên çareseriya wan pirsgirêkan çi ne?
Klîlka hemû pirsgirêkan di damezirandina Komara Tirkiye de veşartî ye. Ji ber ku Tirkiye sazûmaniya xwe bi bîrdoziya yek gel û yek zimanî ava kiriye di warê çand û hunerê de jî tenê rê li ber hunera Tirkî hatiye vekirin û çand û hunerên din heliyane. Her çiqas Kurd bi awayeke polîtîk li ser piyan mabin jî bi gellek awayên xwe qels bûne û ji wan awayên ku qels bûne yek jê jî ziman û hunera Kurd e. Ji bo çareseriyê divê hemû derfetên ku ji bo ziman û hunera Tirkî hatine terxankirin ji bo ziman û hunera Kurd jî bêne terxankirin. Wek nimûne; her sal li Tirkiye'yê wezareta rewşenbîrî ji gencîneya dewletê bo şano û sînemaTirk budceyek vediqetîne lê mixabin şano û sînema Kurd tu sûd ji wê budceyê wernagire. Ji ber vê yekê şanogerên Kurd jî li gor derfetên xwe bi şanoyên taybet li ber xwe didin.
Di 2007an de bi vexwendina Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistan hun çûne başûr, Helwesta Kurdên başûr ji şanoya we re çawabû û bi dîtina we şanoya Kurd li başûr di çi rewşê de ye?
Dema em çûn başûr eleqeyek pir baş şanî me dan, bi taybetî pêşwaziya Wezîrê Rewşenbîrî Birêz Kek Felakeddîn Kakeyî û hin akademîsyenên zanîngehê me rûmetdar kirin. Hin pêwendiyên me li gel wan çêbûn, lê mixabin bi giştî pêwendiyên şanogerên bakur û başûr li gel hev kêm in. Ji ber ku pêwendî kêm in û min tenê karibû leystikek wan temaşe bikim, li ser asta şanoya başûr ez nikarim nirxandinek frawan û rasteqîn bikim. Lê ez dikarim vê bêjim; Ji ber ku derfetên aborî yên başûr baş in li başûr dikarin xebatên baş ên şanoyê pêk bînin. Wek nimûne; Ji bo şanogerên baş bigihîjin perwerdehiya şanoyê berz bikin, şanogehên xweş û mezin ava bikin, leystikên baş amade bikin û bi tûrneyan li bajêr û navçeyan bigerin û şanoyê bi gel bidin hezkirin. Ji bo vê yekê dikarin ji şano û şanogerên baş ên welatên pêşketî sûd bigirin. Dibe ku niha di derbarê şanoyê de geşedanên baş pêk hatibin, lê belê ger ku şanoyek pir baş li başûr hebûya em ê jê haydarbûna. Hêvî dikim ku Hikûmeta Herêma Kurdistan û Wezareta Rewşenbîrî li ser şanoyê xebatên baş bidin destpêkirin.
Portre / Aydin Orak
Aydin Orak di 1982an de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye. Di 1997an de dest bi şanoyê dike û di 2000an de di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya(NÇM) de xebatên xwe berdewam dike. Di 2003an de Teatra Avesta ava dike. Derhêneriya Şanoyê ya Navenda Hûnerên Şanîdanî temam dike. Beşa Şano û Performansê ya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê diterikîne. Li gelek welatên Ewropa yên wekî Swêd, Elmanya, Swîsre, Awistirya û li Başûrê Kurdistan û bi dehan bajar û bajerokên Kurdistan û Tirkiyeyê turneyên şanoyê pêkaniye. Derhêneriya belgefilmên wekî 'Bêrîvan' û 'Cewher' kiriye û di rêzefilm û filmên sînemayê de lîstikvanî kiriye û dike.
Leystikên ku leyistiye; Prometheusê zincîrkirî(Aiskhylos), Girav(Athol Fugart), Rojnivîska Dînekî(Gogol), Tu ne Gara'yî(Azîz Nesîn), Araf/Di navbera du Welatan de (Cîhan Şan), Mirina Zimanekî(Mihemed Ûzûn/Harold Pinter) û Nora/Nûrê(Henrik Îbsen).
Leystikên ku derhêneriya wan kiriye; Araf/Di Navbera du Welatan de, Mirina Zimanekî û Mohr/Damga.
Lîstikên ku wergerandine Kurdî; Rojnivîska Dînekî(Gogol), Teneke(Yaşar Kemal), Theodora(Haşmet Zeybek) û Nora/Nûrê(Henrîk Îbsen)
Pirtûkên wî; Hestên Veşartî(Helbest/2005) Teneke(Werger/Yaşar Kemal/2006) û Şanoya Radîkal(2012).
Kalê Badî / AKnews