Share |

Huermend Mehmûd Ezîz: Hunera Min Ji Bo Gelê Mine

 

Di salavegera yekemîn ya rizgarkirina Kobaniyê de, bajarê Kobaniyê sînga xwe li ber xelkê xwe vekir da ku şahiya rizgarkirina wê bibîr bînin, tevî êş û wêraniya wê lê ew bûye semboleke mizin ji gelê Kurd re.

Hunermendê navdar Mehmûd Ezîz bi awaz û stranên xwe li wir amade bû, da ku şahiya rizgarkirinê bi xelkê Kobaniyê re par bike.

Dengê Amerîka hevpeyvîneke taybet bi hunremend re kir û li ser serdana wî ji Kobaniyê re pirsî û derbirîniyên wî di vê serdanê de, piştî rizgarkirna wê ji destê DAIŞê.

Hunermend Ezîz dibêje: "Erkê min ku ez herdem di nav xelkê xwe de bim, bi mûzîk, stran û beşdarî bûna min jî."

Hunremend Ezîz srtanek li ser Kobaniyê çêkiriye mîna xelatekê ji berxwedaniya wê re ku wê nêzîk bê weşandin.

Herwiha jî wî serdana tar û deverên bajêr kir û bi xelkên wê re kom bû, ku ew ji aliyê wan ve gelekî hezkiriye.

 

Luqman Ehmed - Dengê Emrerîka