Share |

Huneremend Hesen şerîf stiranekê bo zarokên 'Efrînê dibêje

Huneremend Hesen şerîf
Huneremend Hesen şerîf

Hunermendê kurd Hesen şerîf di nûtirîn berhemê xwe yê hunerî da behsa rûdanên 'Efrînê dike û stiranek bi navê “Ez zaroyek 'Efrînî me”, bo zarokên 'Efrînê gotiye û di vê stiranê da behsê derdeserî û êş û azarên zarokên 'Efrînê dike.

Hesen şerîf ji bo rojnameyaa Evro daxuyand  :min viyayh bi rêya vê stiranê êş û azar û dengê zarokên 'Efrînê bighînim hemû cîhanê,ji ber ku niha zarokên 'Efrînê li jêr dengê bumb û frokan jiyana xwe dibûrînin û got jî:ev stiran hate klîp kirin û peyvên vê stiranê yên helbestvan şe'ban silêman ne,muzîka wê ji aliyê Arî akreyî ve hatiye danîn û Mehsum şerîfî karê derhênana vê klîpê kriye.

 

Hesen şerîf li sala 1985 dest bi karê hunerî kiriye û heta niha 10 berhemên tomarkirî hene li gel çendîn stiranên dî yên sîngl, li bajarê Dihokê sala 1969 hatiye ser dunyayê.

 

'Efrîn yeke‌ ji‌ deverên rojava kurdistanê yên  û dikeve bakurê rojavayê sûriya û ser bi‌ parêzgeha Heleba sûriyê veye‌ û rûberê wê sê hezar û 850 kîlometirên ducarî ye,li dûv amarên 2010 hjmara xelkê wê bêtir ji‌ 523 ‌hezar kesan û praniya xelkê wê kurdin.