Hunermendê kurd Keyhan Kelhor ê xwediyê xelata Grammy, vê carê jî ji bo xelata 2018 Issac Stern a ruhê mirovahiyê layîq hat dîtin.
Ji sala 2016ê ve kesên ku xelata Issac Stern ê ruhê mirovahiyê verdigrin re 100 hezar dolar pare jî tê dayîn.
Keyhan Kelhor di sala 2017ê de, 59.mîn xelata herî bilind a mûzîkê ya Grammy de ‘Xelata Albûma herî baş a cîhanê’ vergirtibû.
Keyhan Kelhor ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Kirmaşanê ye û kesek herî giring ê mûzîk kurdî û farisî ye.
BasNews