Share |

Hunermend şeyda: berhemê min yê nû cûdaye ‏

Hunermend şeyda
Hunermend şeyda

Hunermendê bernyas şeyda, li dor nûtrîn berhemê xwe yê hunerî, di dîdarekê da bo evro got:

ev berheme bi navê (min bîne bîra xwe ) cudahya vî berhemî li gel ‏berhemên dî dabeşkirna mûzîkê bû, dabeşkirna mûzîkê ez û birayê min sefqan û birayê min 'Amir pêve rabûn lê helbest wekî carên dî Sefqanî hindek nivîsîn û hindek ‏jî ên helbestvanên nemrin wekî seydayê cegerxwîn û ferhad 'ecmo û ev care helbestvan ûmîd jî pişkdar bû.

 

Sebaret sitrana du qolî li vî berhemî min karê wê ‏nekribû dibît li paşerojê karê wê bikem eger mjareka xweş be û dengê keçê li gel dengê min bigunce, mafê elbomê bo vîn TV yê parasti ye, du sitrana jî dê jê ‏kilîp bikim,

wênegir û derhêner Lezgîn parçek ji sitrana min ya bi navê (min bîne bîra xwe) li kurdistanê kilîp kirye û parça duyê derhêner û wênegir azad li welatê Elmanya ‏klîp kirye.

 

Ez sipasya wan dikem bê beramber ji wênegirtinê heta montajê û ji ber êş û azarên welatê min bi hemû renga û ez yekim ji vî civakî û hunermend dibîte ‏xwedîka milletan, lewra sitaylê gotina min yê sitranê bêtir li ser xwe û xemgîne û demê milletê me di keyf û xweşyê de be helbestvan dê rengê helbesta xwe bigher û em ‏jî wan helbesta dê bêjîn.

 

Ez bi xwe ji ragehandna kurdî yê razîme û sipasya kenalê rûdaw dikem ku gelek alîkariya min kirye, û sebaret nivîsîna helbestê ez bi xwe ‏nanvîsim lê wek hizir û babetê wê helbestê ez gelek caran dirust dikem wek  sitrana keça kurda berî bête nivîsîn ji aliyê Sefqanî ve min gotê min divêt min sitranek ‏hebe ku têda pesna keça kurd bihête kirin lewra Sefqanî nivîsî û awaz jî bo dana, lê awazê bêtiriyê caran ez danim, sebaret paşerojê dê min karên baş hebin li welatê Elmanya ‏û dê min dem hebît ku beşêm li ser soşyal mîdya karê xwe bikem û ez bi destê xwe rûpelên xwe birêve di bem û berisva xelkê xwe di dem.

‏evro news