Share |

Hunermend Şiyar Agirî (Ne her awaz û tam ku di mûzîka li stenbolê tê afirandin kurdî ye )

Hozan Emîn - Şiyar Agirî navekî xuya ye di nava muzîka kurdî li rojavayê kurdistanê û sînor bezandine û asta navdariya wî gihiştiyê bakûrê kurdistanê û li nava kurdên Ewrupa, şehrezaya şiyar agirî ne tenê di jenîna amurê tembûr û baxlemê ye û awaz danan û dabeşkirina mûzîkê de ye,

 lê belê  şehreza ya wî di bewarê tomarkirina stranan bi şêweyekî mudêrin, û bi dehan stran  bo gelek hunermendên navdar tomar kirine û di gel wan de derketiye şahî û şevên kurdan li sûriyê û Lubnanê û bakurê kurdistanê, niha li bajarê Dihokê di gel mamoste û Mihemed Ferha ku zana û mamoste ye, di fêrkirina muzîkê û notedayina strnanê de , û xwe amade dikin bo tomarkirina stranan bo hunermendan.

Me li ser vê babetê pêwendî bi şiyar agirî re danî û li ser kar û xebatên wan , û pirojeyên wan li Dihokê weha ji rojnama war axivî .

Şiyar agirî ji bajarê Amûdê rojavayê kurdistanê ye , û ji biçukatiya xwe de, damarên hunerê pêre diyar dibûn û hez û xwesteka jenîna muzîkê pêre peyda bûye, û dibêje “ muzîk di nava damarên min de û di nava xwîna min de digeriya “

Ji temenek biçûk de tevlî koma serxwebûn dibe, û li amûrê Orgê dixist, û piştî wê xwe fêrî jenîna tembûrê dike, û xwe pêş dixe û gelek dahênanê di baxlemê û tembûrê dike , û xwe yekem kes dide naskirin, ku Baxleme derbasî nava kurdên rojava kiriye, û di nava xebata komên hunerî mîna koma Agirî, û bi hevkariya biraderan gelek kasêta û beheman derdixe, heya sala 1994 berê xwe dide bajarê Helebê û dibêje ji wê deme heya niha min 7 berhemên derxistine , û li wir dest bi tomarkirina deng û muzîka stranan dike, û dibêje bi teknînka nû min dest bi tomarkirina strnan kir, bi amûrên nû ku wê demê derketibûn, û bi rengê arnjoriya nû bi keman û gîtar bas û bilûr û zirne û def ….Hwd min anî û daxist nava strana kurdî li rojava , û bi stayelkî nû me muzîk tomar kir, û me hunera kurdî ji wê şeweyê kilasîk ku bi tembûr û derbekekê kasêt dihate tomar kirin xelas kir.

Û di derbabrê beşdariya wî bi hunermendan re wek sazvan di aheng û şahiyan de , got ku tevî hunermend şivan perwer ez bi gelek stranbêjên kurd re derketîye ser dika şanoyê û bi wan re min  mûzîk jenî kiriye, wek Aram Dikran- Armanc- zerîfe – Cemal tîrêj- Gulîstan perwer- Xelîl xemgîn- şemdîn- Beser şahîn- Xemgîn bîrhat- Mehmûd ezîz- Peywan  û Birader.

Di sala 2000 an de kasêta xwe ya bi nave ( Hikmeta Xwedê) ji peyvê mîre helbesta kurdî Ehmedê xanî derxistiye, û li bajarê Silêmaniyê ew stran Kilîp kir, her weha stranên wî yê xuya ( Hicra tarî) û (rastî) di nava wê kasête de cih digrtin.

Di derbarê stranên wî yê navdar ku gelek stranbêjan gotine , dibêje “ raste min stran çêkirin lê hunermendin din pê navdar bûn e , wek Hicra tarî ku hunermend Kawa straye û nave min jî nanîniye ziaman û stran (Ereba min ) jî ya navdar ku Birader gotiyê min aranjoriya wê kirye”

Di sala 2005an vedigere bajarê Qamişlo, piştî gelek hewldana bo koçber bibe û ber bi Ewrupa ve biçe, ku di vî warî de dibêje “ min dixwast ez herim ber bi rojava ve ta ku ez hunera xwe hîn behtir pêş bixim , ji ber peydabûna imkanan û tiknolociyek pêşketî “ lê piştî ez çûm bakurê Kurdistanê û pêşwaziya xelk û cemawerî bo min, min hest kir ku ev ked û cefaya me dîye, di ber muzîka kurdî û xizmeta ku me jêre kiriye , hêjayî bû û min hest kir ku min tiştek pêk anîye”

Di derbarê navdariyê û xuyakirina hunermendekî li ser hesabê ê din dibêje ku huner tiştekî bi hest û dilê mirovan girêdayî ye dive pê neyê lîstin, û mere rêzê ji keda hunermendan re bigre, û tim û tim mere li ser huner û karê hunerî hişiyar be, loma lazime mere bi ked û imkan û zîrekbûna xwe derkeve, ne li ser mil û keda ê din, û bi mixabinî ez dibêjim ve demê gelek kes derketine û navdar jî bûne , dibe ku ne ewqas şehreza bin jî lê derfet bo wan peyda bûne , û xwe xuya kirine”

Di derbarê hatina xwe ya Herêm kurdistanê û sekna wî li bajarê Dihokê got ku “ dibêje vê gavê me li bere ku em stranan ji hunermendar re tomar bikin, ez û hunermend Mihemed Ferha ku ji Rojavayê kurdistanê di gel min de hatiye, me studiyo damezrandiye, ta ku em alîkariyê bi hunermendê vê herêmê re bikin û , em hewl bidin wan ji riya Stenbolê vegerînin, ji ber ne her awaz û ne her tam ku di mûzîka li stenbolê tê afirandin kurdî ye, lê emê li vir tama muzîka kurdî bi awazên resn tomar bikin, û her weha emê beşdarî di gelek aheng û konsertan de bikin, û em hêvîdarin ji saziyên pêwendîdar bi huner û muzîkê re, hunermendên vê deverê han bidin ta ku li ser axa xwe û li cihê xwe stranên xwe tomar bikin û klîp bikin ji ber ku stran li cihê xwe û li nav cemawerê xwe xweştire.

 

 

rojnama  Evro – 20-5-2013