Share |

Hunermend Bilal Ercan wefat kir

Hunermend Bilal Ercan li Enqereyê di qonsereke piştgiriyê ya ji bo Kobanî de nexweş ket û wefat kir.

Însiyatîfa Hunermendên Kurd a Anadoliya Navîn ji bo piştgiriya Kobanî li Enqereyê konserek li dar xistin. Yek ji hunermendên beşdar jî hunermend Bilal Ercan bû. Ercan li ser dikê nexweş ket, ligel hemû hewldanan jî Ercan wefat kir.

Ercan nexweşê dil bû. Ji bo kurtedemek berê roj dabûn ku here emeliyet bibe. Ligel her tiştî wî ji bo piştgiriya Kobanî di konserê de cih girtibû. Li ser gotinên ku dernekeve konserê gotibû; "Ciwan li benda min i, gere ez derkevim ser dikê."

Hunermend Bila Ercan di sala 1962'yan de li Kûlûya Konyayê hatibû dinê. Di salên dibistana seretayî de dest bi lêdana mandolînê dike, dûre li tembûrê dide. Piştî sala 1987'an êdî destrê jî. Ercan berî wefatê li Zanîngeha Hacettepeya Enqereyê hîndekar bû. Gelek hunermendê stranên Ercan xwendine. Li cem MESAM û TRT'ê li dor 200 stranên wî tomarkirî ne. Bi navê "Halk Muzigi ve Aşiretler" (Muzîka Gel û Eşîr) lêkolînek wî heye.

Ji HDP û DBP peyama sersaxiyê

HDP û DBP cuda cuda peyameke nivîskî weşandin, ji ber wefata Ercan xemgîniya xwe anîn ziman, ji bo malbat û hemû hezkiriyên wî aramî û sersaxî xwestin.

 

Diyarname