Share |

Hunermend Hisên Salih (hunera kurdî xwe ji tirsa windakirinê xelas kir ye)

 Hunermend Hisên Salih

 

Me li kampa Domîs a awereyên kurdên rojava seredana wî kir , û di gel tembûra xwe hat, û bi çend stranan em kêfxweş kirin, û ji bo rojnama WAR bi vî awayî bersiv da .

Hevpeyvîn : Hozan Emîn 

 

- Di destpêkê de em bi xêrhatina te dikim , em dixwazin tu xwe bi xwendevanan re bidê naskirin ?

 

Belê ez jî sipasiya we dikin, ez ji başûr rojavayê Kurdistanê me, li bajarê Dirbêsiyê di sala 1971ê de hatime dunyayê, min ji bi çûkatiya xwe de hestê huneriyê jiyan kir, ji ber ku ez ji binemaleke dengbêj û hunermendim, min yekem berhema xwe di sala 1989an de tomar kir, û bi fermî ez ketim qada hunerê de û hatim naskirin.

 

- Çi riftarên serkî bûn ku te paldan nava qada hunerê?

Belê a yekê ez ji malbateke dengbêj û hunermendim ji bav û kalên xwe de, bavê min sazvan bû herweha xalên min, û bê guman hunermend Zubêr salih birayê min yê mezin û navdare û rula wî gelek bû ku em bi xurtî rêç û şopa hunerê bajon, ji bilî van tevan jî bendora hunera hunermendê mezin Si'îd Yusiv jî gelek li ser min hebû, û bi taybetî di beware jenîna Bizqê, û ji zarokatiya xwe de min wî weke mamoste ji xwe re dît, ew tişt di hunerma min de xuya ye heyanî di nava stran û awazên min jî stayla Si'îd Yusiv diyare.

-Peyv û awazên stranên xwe tu bi xwe çêdike, yan ê kê ne?

Ez ne helbestvanim lê min gelek stran çêkirne, û her weha min ji peyvên gelek şa'iran xwendine, weke mînaka ( Xemgînê Remo-Erşevê Oskan- Fethula Huseynî…..Hwd)

-Em di derbarê hatina te de bo herêma Kurdistanê dixwazin nasbikin bi çi meremê ye?

Belê, bi rastî ez bi serdan hatime, û ji bo Kurdên rojava xwene em werin û ala rengîn hildayî li sere çiya û banan bibînin, û ez gelek şa me ku ez xwe li welatê xwe yê azad dibînim, li gel vî sedemî, ez hez dikim xwe li vir bi rêka ragihandin û mîdya yê xwe bidim naskirin û pêwendiyên xwe xurtir bikin, ta ku em dengê xwe bighînin hezkirên hunera kurdî.

-Wek em dizanin evro şoreşek li Sûriyê heye, û mercên zehmet li wê deverê hene, di ware hunerî de rewş li wir çawaye..?

Bi rastî jiyê vê şoreşê ne geleke, tevî ku xelkê me tirsa ji rêjîmê hîn derbas nekirye, lê gelek gavên baş jî hatine avêtin, û gelek hunermedên hêja hene û xebatek baş tê kirin, me gelek qunaxên tirsnak û zehmet derbas kirin, û em Karin bêjin ku hunera kurdî xwe ji tirsa windakirinê xelas kir, û xwe gihand asteke bilind, tevî ku gelek kes xwe xistine vê qadê û dixwazin xwe bi rêve bibin lê ne karê wane û dibe ku hin kes kêmayê dikin di heqê hunerê de, lê a girîng ewe ê ku ber xwe bide û berdewam bike, û her dem tişê risen û hêja bi ser dikeve.

-Hûn debara xwe ya jiyanê li wê deverê çawa bi rêve dibin?

Ji bilî karê hunerî ti karê din me ne kirye, û mixabin jî ew kesî ku li ser vî karî dimeşe wê herdem xizan û hejar bimîne, û niha di dest min de du albom hazirin lê ji ber kêm derametî ez nikarim belav bikim, û hîn li def me ew dezgehên ku karibin vî karî ragrin û belav bikin çênebûne.

-Çend berhemên te heta niha belav bûne?

Min 12 berhem tomar û belav kirine, her berhemek ji a din çudatire, û ev ji bilî beşdariya me di dawet û şehiyana de, û ez hêvî dikim ku sazî û dezgehên hunerî dengê me bibhîzin û karibin bi rêka wan delîvê bibînin û hin berhemên din jî têxin xizmeta gelê xwe.

 

 

Rojnama War