Li bin çavdêriya Dezgeha Sema ya Çand û Hunera Kurdî û bi hevkariya Xortên Serê Kaniyê bîranan 2 saliya koçkirina hunermend Mihemed Elî Şakir û li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê li hola Sema li Capitol hotel li roja pîncşembê 22 kanûnê 2022 bi şavbuhêrkek hunerî û wêjeyî hat li dar xist.
Bi beşdariya hejmarek mezin ji hezkiryê hunermendê mezin Mihemed Elî Şakir ji merov û kesayetiyê hunerî û siyasî û rewşenbîrî û serbixwe ji bajarê sere kaniyê û dirbêsiyê û Amûdê û gelek deverên din ji rojavayê Kurdistanê û mêvan ji herêma Kurdistanê û deverên din.
Bi deqayek rêzkirtin li ser giyanê şehîdên Kurdistanê û giyanê nemir Mihemed Elî Şakir dest bi merasîma şeva bîranîna 2 saliya koçkirina hunermend Mihemed Elî Şakir, gelek peyv hatin gotin ji wan jî peyva malbata nemir Mihemed Elî Şakir ji aliye birayê wî hunemrend Mehmûd Ezîz ve hate xwendin û çend stran gotin, her weha peyva wezareta rewşenbîrî ya hikûmeta herêma Kurdistanê hate xwendin û paşê fîlmê dîkomentî li ser jiyana Mihemed Elî Şakir ku ji aliye War tv hatibû amadekirin hate pêşandan û li dûvre hunermed Birader Mosîkî çend stranên xweş peşkeş kirin.
Her weha li dewama şeva ku bi pirogramek dewlemend hatibû amadekirin, simînarek kurt li ser Mihemed Elî Şakir hate peşkeş kirin ji aliyê van hunermendan ( dr. Armanc û mamoste Kamîran ibrahîm û babe Erdewan) her weha li gora pirogramê gerek bû hunermendê mezin Semîr zaxoeyî jî beşdar biba lê ji ber egera nexweşiyê lêborîna xwe xwest.
û helbestvan bavê talaz jî helbestek xwe peşkeş kir û li dawiyê jî van hunermenda stranên Mihemed Elî Şakir peşkeş kirin ( Perwan şakir-şêrzad şêxanî-Tahir Ismaîl û Torîn û Newroz- hunermend Dîndar)
Bi vê çalakiya hêja ya ku dezgeha sema pê rabû li dawiya vê salê, ev dezgeha ku berdewam çalakiyên hêja ku dikeve xizmeta çand û hunera Kurdî li dar dixe, rêzdar Arîf remezan rêvebirê dezgeha sema xelata rumetê pêşkêşî hunermend Mehmûd Ezîz şakir wek wefadarî bo xizmet û keda wî di ber hunera Kurdî de.
Mihemed Elî Şakir di sala 1946 li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bû, derçûyê beşa zimanê Îngîlîzî ya Zenîngeha Helebê ye , di sala 1968 li gel malbata xwe li bajarê Serê Kaniyê bicih bûn û li wir mamostetî kir.
Ji sala 1963an ve jiyana wî ya hunerî dest pê kir, dema amûra ûdê ya mamostekî Ereb li gund jê kirî wî û birayê xwe Mehmud Ezîz Şakir, yekem stran bi navê `Zeynebê` berhem anîn di sala 1968 an de bû ku hunermend Yûsif Berazî (Bê Buhar) jê re tekûz û sererast kir.
Hejmara stranên ku wî bi xwe berhem anîne ji helbest û awazên wî 300 stran in û 48 stran awaz yên wî ne, lê helbest ne yên wî ne mina Cegerxwîn, Tîrêj, Bê Buhar û Deham Ebdulfetah.
Gelek hunermendan jî stranên wî gotine mîna birayê wî Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo, Mistefa Xalid, Şehrîbana Kudrî, Gulîstan Perwer, Cemîla Mistefa, Zoy û gelekên din.
Beşek ji ji stranên wî ev in; Gewrê, Ez Keçika Kurdî Me, Eyd û Erfat, Li Ber Dilêmin Şêrîn e, Ez Dil Ketim Wan Çavan.
Piştî ku Serê Kaniyê ket destê grûpên çekdar û wêran bû, berê xwe da bajarê Amûdê, û ji ber nexweşiya Korona di 24'ê Kanûna 2020'an li bajarê Qamişlo çû ser dilovaniya xwe û li bajarê Amûdê hate veşartin.
Hozan emîn –Semakurd