Share |

Hunermend Nizamettin ariç: aliyekî din ê Cegerxwînî nîşan dide: Evîn aliyekî kêmnaskirî yê Cegerxwînî ye

Hunermend Nizamettin ariç  -  Cegerxwîn
Hunermend Nizamettin ariç - Cegerxwîn

Hunermend, muzîkjen, stranbêj û derhêner Nizamettin Ariçê piştî albûma ku bi helbestên Fêrîkî Ûsiv hatibû amadekirin vê carê albûmekê amade dike ku ji helbestên Cegerxwînî pêk tê derdixe. Ariç diyar dike ku ev diyariyeke wî ye ji bo Cegerxwînî û dibêje ku "Fêrîkê Ûsiv û Cegerxwîn jî du nirxên kurdan in û em bi wan serbilind in."

Nizamettin Ariç: Divê em yekîtiya xwe saz bikin û Kurdistana xwe azad bikin

Hunermend, muzîkjen, stranbêj û derhêner Nizamettin Ariçê ku her carê bi şêwazeke nû ya muzîkê û projeyên ku bala civakê dikişîne ser kesayet û nirxên veşartî yên çande û wêjeya kurdî vê carê bi bi albûmeke nû vedigere ku aliyekî nû yê helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwînî nîşanî guhdaran dide.

"ME HER CEGERXWÎN BI SIYASETÊ NASÎ LÊ ALIYÊ WÎ YÊ EVÎNÎ JÎ GELEKÎ XWEŞ E"

Ariç dibêje ku xwestiye albûma xwe ya nû diyarî Cegerxwînî bike û aliyekî kêm-naskirî yê wî helbestvanî nîşanî guhdaran bike û derbarê albûmê de wiha dibêje: "Ev albûm ji helbestên Cegerxwînî pêk tê û ev diyariya min e ji bo Cegerxwînî. Ev albûm bi piranî ji helbestên evînî pêk tê. Em bi piranî Cegerxwînî bi polîtîka û siyasetê dinasin lê helbesten wî yên evînî jî gelekî xweş in. Loma min xwest ez beşekî din ê Cegerxwînî, beşekî evînî nîşan bidin û bidin nasîn. Tenê di yek stranê de, tehmeke siyasî heye. Ew jî dibêje " di nav koma dizan de". Ên din evînî ne.

"CEGERXWÎN BI MUZÎKA POPÊ DERDIKEVE"

Herwiha hunermendê kurd ê ku her bi hûnandin û jenandina muzîk û awazên cuda tê nasîn diyar dike ku vê carê dîsa şêwazeke nû ya muzîkê bi kar aniye ku ji muzîka albûmên berê cuda ye. Ariç dibêje ku ev proje serbixwe û cuda ye ku hinekî ber bi popê ve diçe û wiha dibêje: " Muzîka vê albûmê li gorî albûmên berê cuda ye. Piçekî ber bi popê ve diçe. Ez di her albûmê de li muzîkeke nû digerim û diceribînim. Îca ev jî projeyeke serbixwe û cuda ye. Amûrên elektironîk hene. Trumpêt û amûrên ji wî rengî hene; anku piçekî ji yên din cuda ne."

Ariç rola Cegerxwînî di hişyarbûna neteweyî de bi bîr tîne û li ser sedema ku wî ev albûm li ser navê wî derxistiye jî wiha dibêje: Cegerxwîn di sedsala borî de di şiyarbûna miletê me de roleke gelekî mezin lîstiye. Cegerxwîn bi helbestên xwe bûye sembolek ji me re. Di meseleyên neteweyî û hişyarkirina civakê de roleke gelekî mezin lîstiye. Min xwest ez diyarî wî bikim û wî bi bîr bînim."

 

LI GORÎ NÎZAMETTÎN ARÎÇ, FÊRÎKÎ ÛSIV AN JÎ CEGERXWÎN?

Berî demekê helbestvan Kawa Nemir Fêrîkê Ûsiv û Cegerxwînî dabûn ber hev û gotibû ku di helbesta kurmancî de, yê herî gewre Fêrîkî Ûsiv ne Cegerxwîn e.

Ariçê ku berî niha albûmek ji helbestên Fêrîkî Ûsiv û Eskerê Boyîk derxistibû, li ser vê mijarê jî diaxive û diyar dike ku herdû nirxên gelê kurd in, helbestên herduyan jî bi awayên cuda xweş in û ev nîqaş ti fêdê li civakê nake.

 

Ariç li ser vê pirsyarê wiha diaxive: Helbet Fêrîkê Ûsiv helbestvanekî mezin e. Lê hinek helbestên Cegerxwînî hene ku gelekî gelekî xweş in. Ez vê jî dizanim ku Fêrîkî Ûsiv bixwe jî ji Cegerxwînî hez dikir û di bin bandora wî de maye. Fêrîkî Ûsiv hemû helbestên Cegerxwînî nas dikirin. Ez naxwazim cudahiyê têxim navbera wan. Civak dikare nîqaş bike. Helbest heye û helbest heye. Helbestek heye ku ya Fêrîkî gelekî baş e, yeka din jî heye ku ya Cegerxwînî jî gelekî baş e. Ev nîqaş ti fêdê li civakê nake. Him Cegerxwîn û him jî Fêrîkê Ûsiv nirx û qîmetên me ne û em bi wan serbilind in."

"JI BO MUZÎKA KURDÎ, DIVÊ MAFÊ HUNERMENDAN WERE PARASTIN"

Albûma nû ya Nizamettin Ariç tenê li ser înternetê tê firotin, ji ber kêşeyên hundermendî li gel fîrmayan ku mafê wan naparêzin. Ariç diyar dike ku meseleya parastina mafê hunermendan giring e ku divê ew çand di nav kurdan rûnê da ku hunermendên kurd bikarin bêtir berheman derxin û muzîka kurdî bi pêş de biçe û wiha dewam dike: Ev ne ji bo fêdeya min a şexsî ye lê divê ev çande di nav kurdan de rûnê û albûmên hunermendan bikirrin da ku bikare bêtir berheman derxînin û muzîka kurdî bi pêş de bikeve.

Herwiha hunermend Nizamettin Ariç dibêje ku divê ew mesrefa hundermend li berhemên xwe dikin li hunermendan vegerin da ku bikarin berhemên nû derxin û muzîka kurdî bi pêş de biçe. Ariç diyar dike ku neçar maye, albûma xwe bi xwe li ser înternetê bifiroşe û wiha dibêje: "Ev jî problem e. Em evqasî mesrefan dikin û didin fîrmayan. Îca ew fîrma hemû mafan ji te distînin û bi ser de xweş belav jî nakim û reklaman jî baş nakin. Ev maf jî destê me diçe. Ez didim fîrmaya lê poşman dibim. Îca mecbûr mam ku ez niha bi xwe derxînim û bixwe belav bikim. Me xwest ku ev rêyekê vekin da ku karê xwe biparêzin û berdewam bikin. Divê hinek ji mesrefê bi paş ve were ku em bikarin berhemên nû çêkin. Ev tiştekî ne normal e. Hunera kurdî wisa wenda dibe. Ev civak wisa nexweş e. Loma em wisa bikin ku ev hunermendên ku van karên xwe bi mesref dikin. Divê em mesref bi paş ve bizîvire. Heger nebe, hunera kurdî wisa dimire."

© FOTO: FB

Dilyar Amûdî

sputniknews