Share |

Hunermend Reşîd Sofî xelata 2024`an wergirt

Festîvala Çand û hunera Kurdî ya li Berlînê ji 16 Gulanê destpê kiriye . bo demê sê rojan hate lidarxistin bi dawî bû, her weha xelata xwe ya 2024`an jî pêşkêşî hunermendê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê Reşîd Sofî kir.

 

Festival bi amadebûna kesayetiyên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê û kesayetên ji pêkhateyên din yê Sûriyê her weha kesayetên biyanî bi armanca pêşxistina zimanê diyalogê di navbera gelan de birêveçû.

 

Her weha nêzîkî 70 kesayetên cuda yên hizrî û çandî û hunerî ji (Helbestvan, romannivîs û çîroknivîs, mûzîkvan û stgranbêj û rojnamevan ….. htd, beşdarî di festîvalê de kiribûn.

 

Di dawiya festîvalê de hunermend û mûzîkvanê Kurd yê navdar yê xelkê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê Reşîd Sofî xelata 2024 wergirt ku buhayê wê hezar Euro ye.

 

 Hunermend (Reşîd Sofî) hunermendekî navdar e li bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê. Di maleke dîdndar de rabû, bavê wî muftiyê Kobanî bû. Di sala 1970 de, dest bi karê hunerî kiriye.

 

 xelat.org