Hunermenda Kurd Pervîn CHAKAR li Mêrdînê ( Dêrîka Çîyayê Mazî ) hatiye dinyayê. Di sala 2003'yan Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê kuta kiriye.
Bi Oylun Erdayî re dest bi xebatên xwe yên operayê kiriye. Paşê jî perwerdehi ya xwe li Îtalyayê li Accademia d'Arte Liricayê domandiye. Di sala 2008'an de ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta " heribaş" de destûrname wergirt. Bi pûanê herî zêde xebatên xwe yên mastirê bi rêveberiya Michela Sburlati bir serî.
Hunermendê di gelek pêşbaziya Operayê yên girîng û bi prestîj de xelat wergirtine. Di sala 2012'an de ji Academiè Disque Lyrique ya Fransayê xelata" Orfeo Grand Prîx a Zêrîn a Leyla Gencer" wergirt. Paşê, di sala 2012'an de ji Weqfa Operayê ya Semîha Berksoyê xelata hunermenda operayê ya jin a herîbaş wergirt. Di sala 2013'an de jî di 4'emîn Xelatên Muzîka Klasîkên Donîzettîyên Andanteyê de wek" Dengê Jinê yê Herî Baş" hat hilbijartin.
Berhemên ku pêşkêş kiriye: Carmîna Burana ( Mîhrîcana Muzîkê ya Eskîşehîrê, Musîca Rîva Festîval, Teatro Politeama Greco di Lecce), Deîdemîa ( Bale û Operaya Dewletê ya Enqereyê) , Rîgoletto ( Cesena Teatro A. Bonci, La Spezia Teatro Civico û Musica Riva Festival), Der Rosenkavalier ( Lecce Teatro Politeama Greco), Werther ( Milano Teatro Rosetum), L'impresarioTeatrale ( Perugia Teatro Pavone), Hansel und Gretel ( Teatro Comunale di Bologna, Teatro Verdi di Trieste, Teatro Sociale di Como, Teatro Grande di Brescia etc.), Maria Stuarda ( Teatro La Fenice di Venezia), Lulu ( Teatro Alla Scala di Milano û Theater an der Wien), Gloria (Teatro Verdi di Trieste), Messa di Santa Cecilia (36'emîn Martina Franca Opea Festival), La Cambiale di Matrimonio ( Wexford Opera Festival), Operaya Saygun-Emre ( Orkestraya Senfonîya Bîlkentê), La Boheme ( TeatroValli di Reggio Emilia), SevilBerberi ( Lismore Music Festival, Îrlanda), A Midsummer Night's Dream û Carmen ( Festîvalê Operayê ya Macerata) û Cosî Fan Tutte ( Teatro Lirico di Cagliari) ne. Di sala 2014'an de li Teatro Petruzzelli ya Bariyê dê di operayên Sevil Berberi û Magic Flute de cih girt (Teatro Petruzzelli di Bari). Di sala 2015'an de li Bilkent Concert Hall de konsera Mahler û Strauss çekir û di sala 2016´an de li Gießen´e, Augsburg, Gaggenau, Ludwigshafen´e konseran da. Di sala 2018´an de bi Junge Philharmonie Koeln, Bundeskongress Stuttgart de konseran çekir.
Bi Şoreşa Fransayê ya sedsala 18an da gelek guherîn di cihana Ewropayê da çêbûn û wê tesîr li cihanê jî kir. Guhertinên siyasî, civakî û kulturî edî weke têgehên modernîte, modernism, derketin û rewşenbîr, zanayên wê serdemê li ser kultur û dîrokên xwe kar kirin. Êdî hewla ber bi avakirina mîtosan bo milletan dest pê kir netewedewletên modern jî piştî wan guherînan derketin holê. Çawa her milletekî dest bo tarîx û edebiyata xwe ketine nava hewldanan bo muzîka xwe jî ketin nava hewldanan û muzîkologan dest bi berhevkariya zargotinên milletên xwe kirine. Dest bi avakirina orkestrayên xwe kirine û bi çavekî pragmatîst temaşeyî muzîkê kirine û muzîkê jî di proseya avakirina netewedewletan de bûye xwedî rol.
Min di çend hevpeyvînên din jî de gotibû. Dengbêjî, bo kurdan awêne ye û mirêk e. Hemû tiştên kurdan di dengbêjiyê de ne. Dîrok, huner, rewşa civakê di warê aborî û çandî de û gelek tiştên din. Çanda dengbêjiyê memorî ye, bîr e, hafize ye divê ew were parastin û bidome.
Heger em mînakekê bidin dengbêjê me yê Mêrdînê, Miradê Kinê hîkayeta Seyrê û Eliyê Mamed distirê em tenê, peyv û newayê hîkayet û efsaneyê nas nakin. Em derbarê civakê de jî gelek tiştan nas dikin. Dîrokzan dikarin li ser hêlên dîrokî yên dengbêjiyê, antropolog dikarin li ser hêlên etnîkî yên dengbêjiyê, zimanzan dikarin li ser peyvan û zimanên dengbêjan, civaknas dikarin ji ser wan hîkayetan tehlîlên civakî bikin. Herwiha em hunermend jî dikarin ji tradisyona dengbêjiyê sûdê werbigirin.
Dîroka dengbêjiyê xwe dispêrê mirovahiyê û li nava milletê me hîn jî berdewam dike. Ez dixwazim ew cûreya me ji aliyê Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO yê ve were parastin û weke mirata cihanê bê qebûlkirin. Min kampanyayek jî di wî warî de dabû dest pê kirin.
Cûreyên zargotina kurdan, weke stran, destan, lawik, heyranokan tesîr li min dikirin. Meraqa min li ser muzîkê hebû û min dizanîbû ez ê di warê muzîkê da biserkevim. Herçiqas astengî jî derketin ser rêya min, min dev jê berneda û berdewam kir û li dibistanê jî min timî beşa hunerê hildibijart. Dibistana min a navîn ya hunerê bû. Herwiha min zanîngeh jî Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê xwend û hê biçuk dest bi hunerê kir. Piştî bi dawîbûna zankoyê min dest bi operayê kir. Paşê jî perwerdehi ya operayê li Îtalyayê li Accademia d'Arte Liricayê domand. Ev 15 sal in li ser dikan hunera operayê peşkêşî hunerhezan dikim. Li ser stran û helbestên kurdî jî kar dikim û wan jî li ser dikên konsert û şanoyan pêşkêş dikim. Xebatên min berdewam dikin û niha çend konserên min hene li Ewropayê.
Gelekî tê ecibandin û gelek kes ji hunera operayê hez dike li Ewropayê. Hunereke qedîm e û koka xwe dispêre Împaratoriya Romyê. Bi rêya we ez dixwazim hin tiştan bînim ziman li ser hunera kurdî. Pirsên siyasî û îdeolojîk êdî ne xemên xelkê Ewropayê û rewşenbîrên Ewropayê û hunermendên Ewropayê ne. Divê hunermend zana rewşenbîr ji millet re pêşengiyê bikin di warê zanîn çand û pêşketinê û ji qalib û sînorên teng ê siyasî derkevin.
Divê helwêsteke hunermend di warê jiyanê de, di ware siyasî de hebe ji xwe hunermend jî însan e û di nava civaka xwe de ye di nava milletê xwe de ye. Lê nabe hunermend sloganên siyasî bike bike awaz û li ser dikan bêje. Mixabin hîn jî muzîka kurdî di wî qalibî de ye. Hunermend ji bo buyerên siyasî stranekê dibêjin û demekê ew hunermend û strana wî gelekî popular dibe. Lê piştî demekê ne ew stran û ne jî ew hunermend di bîra xelkê de dimîne. Ewropî ji vê re dibêjin hunera kitschê, huner tê erzankirin bo ecibandinên erzan û demekê gotinên mezin û slogan pir tên bikaranîn.
Hin hunermendên kurd jî guherînên rêzimanî û dûr ji stranên sentaksa kurdî di stranên folklorîk de dikin. Ew jî durist nîne. Hunermendên ku Dîwana Melayê Cizîrî nexwendin û haya wan ji edebiyata klasîk û klasîzmê tuneye radibin qesîdeyên Melayê Cizîrî bo Mîrê Botanê nivîsandine diguherinên û weke ku ew qesîde bo keçekê hatibe nivîsandin jê re awazan datînin.
Li Ewropayê ti kes helbestên Shakespeare, Dante naguhere. Heman tişt di stranên folklorîk jî de hene. Hinek hunermendên kurd bi israr guhertinên rêzimanî di hin stranên folklrîk de dikin. Em dibînin di hin stranên folklorîk de bêjer jin e, lê hunermendê mêr guhertinên rêzimanî têda çêdike û bêjer dike mêr. Dîsan hunermendên di hin stranên folklorîk ê bêjêrên wan mêr bin dikin wan diguherînin û bêjerên wan dikin jin. Ev hem neheqiye li folkkorê û hem jî neheqiyê li hunerê dikê.
Ev pirs jî gelek caran ji min tê kirin. Min di hevpeyvînên xwe yên berê jî de aşkere kiribû. Divê em bizanibin. Opera û dengbêjî ne yek in. Lê belê tiştên hevpar û tiştên ji hev cihê yên dengbêji û operayê hene. Weke vegotina çîrok, hîkayet û destanan ev tiştên hevpar in Herwiha di warê bikaranîna teknîka deng jî de heta cihekî hin tiştên hevpar di navbera operayê û dengbêjîyê de hene
Dengbêjî tradîsyonek e. Xwe dispêre Homeros û Homeros jî ew huner ji hin dengbêj û çîrokbêjan wergirtîye. Herwiha dengbêjîya kurdan qedîm e. Ji bilî dengbêjên em hemû wan nas dikin, hîn jî li gundên me yên Mêrdînê, Dîyarbekirê, Wanê, Hekarîyê, Şirnexê û bajarên din pîremêr û pîrejinên me yên dengbêj û çîrokbêj hene
Di dengbêjiyê de bi tenê dengbêj distirê û hîkayetê, çîrokê peşkêş dike. Lê belê di operayê de şano heye. Çîrok tê pêşkêşkirin, orkestra, dekor, berhem, kostum heye, leheng hene, her leheng li ser dike ango şanoyê derdikeve rola xwe peşkêş dike. Weke dengbêjîyê nîn e. Di dengbêjîyê de bi tenê çîrok ji alîyê dengbêj va tê gotin.
Kêm millet mane ku ji xwe re dewlet ava nekiribin. Li gor qanûnên Neteweyên Yekgirtî mafê her milletekî ye biryarê li ser îdareya xwe û çarenivîsa xwe bide. Mafê kurdan e jî dewleteke wan hebe. Di sala 2017an da li Herêma Kurdistanê kurdan, li Ewropa jî Katalaniyan, bo serxwebûnê referandûm çêkirin. Ji referandûman biryarên serxwebûnê derketin. Mixabin Neteweyên Yekirtî ew biryar nasnekirin. Hêvîdar im rojekê hem kurd û hem katalonyayî bigihên xeyalên xwe û dewletên xwe ava bikin.
Dewlet, niha sîstema siyasî ya herî modern e li cihanê. Dewlêt, derfetan didin hunermendên xwe bo ku kar bikin û hunera xwe pêşkêş bikin. Herwiha rê liber perwerde û mezinbûna hunermendên nû vedikin. Giringiya dewletê bo muzîkê te pirsî ye mesele ez bêjim; Akademîya Muzîkê û Hunerê ya Viyanayê,Salzburg,Teatro Alla Scala hene û gelekî bi nav û dengin e û bi sedan hunermendên navdêr ê cihanê ji wan akademiyan derketine. Herwiha 8 akademiyên mezin ê muzîk û hunerê yên Îtalyayê hene. Ji xwe di ware operayê û muzîkê de Îtalya û Awistirya gelekî pêşketî ne. Weke paytextên operayê tên zanîn. Heger derfetên dewletbûne nebûna ew akademî jî ava nedibûn û hunermend jî dernediketin.
Hunermend bi tena serê xwe nikarin orkestrayên mezin çê bikin. Lê belê orkestrayên mezin ê 200 -300 salî yên welatan hene û derdikevin stranên wî welatî muzîka wî welatî li ser dikên cihanê pêşkêş dikin. Orkestrayên hemû welatên Ewropayê hene. Orkestrayên wan binav û deng in.
Ez spasiya we û hemû karmendên K24ê dikim. Bi rêya we ez dixwazim spasiya hemû rojnameger û kedkarên medyaya kurdî jî bikim. Bi rastî gelekî hêja ne û eleqeyê didin muzîka min û hunera min. Bi min ra hevdîtinan çê dikin û di rojname, kovar malper û televîzyonên xwe de belav dikin.
Medyaya kurdî jî xwezî êdî ji wan qalibên min bo hunera kurdî gotine dûr bisekine. Ji bilî siyasetê em ti tiştî di medyaya kurdî de nabînin. Rolên medyayê yên weke kêfxweşkirin û veguhestina kultirê jî heye. Belavkirina zanyariyan jî heye. Mixabin di wî warî de ez kêmasî di medya kurdî de dibînim. Tesîra siyasetê gelekî li ser medyayê heye.
KURDİSTAN24_ Cemal Batun