Share |

Ji dîroka kurdî ... kesayetî û helwest...Xelek 7...Şoreşgerê Med Gaomata

Dr. Ehmed  Xelîl ... werger: Heyder Omer

 

 

 

Pilangeraniya Koreşê Duyem:

 

Piştî serkeftina qeralê Farisan Koreşê duyem li hember qeralê Med ê dawî Ezdehak, sala (550 b.z), û şhanişîna Med xist bin desthilata xwe, bi pilangerîn li gel entilcênciya ya Med têkildar bû, û xwe nêzîkî wan kir, ji ber ku ji hêla dayê de, nîvê wî ji Meda ye (Mendana Keça Ezdehak diya wî ye), û da xuyakirin, ku qeralê her du şahnişînên Faris û Med e. Dyakonov dibêje:

Koreş şahnişîna Med neguhert, belê xwe kire qeralê Med, lê navê wî weke berê ma ku Qeralê Farisa ye, ta di dema Daryûş de, piraniya nivîsan navê Med û Faris, li hember dewletên din wek du şahnişînên wekhev li qelem didan“([1]).

Koreş di heman demê de, dixwast sûdê ji karînên Medan werbigire, vê lomê hinek kar û barên leşkerî yên pilebilind dane dest hinek pêşewayên Medan, Harpage û Mazarîs jî di nava wan de bûn. William Durant dibêje: „Med bi xwe jî bo serkeftina Koreş li hember wî sitemkarî şabûn (mebest Ezdehak e),û Koreş wek qeral bo xwe pejirandin, bê ku hema yek jî ji wan wî pirotesto bike“([2]). 

Dyakonov jî tevdîra Koreş li gel pêşewayên Med  rava dike û dibêje: „Tevdîra Koreşê Duyem  a ku qet nedihate guhertin, ew bû, ku her tim li gel pêşewayên Med rêkeftî be, da bala wan ber xwe de bikşîne, û dostaniya wan qezenc bike, vê lomê, eger qeralek ji qeralên Med dîl bihata girtin, ew nedikuşt“([3]).

Lê piştî kuştina Koreş di cenga dij gelê Massagîtay sala (530 b.z) Farisan hino hino Med bindest kirin. William Durant dibêje: “Rêwresm hate guhertin, nema Med serdesta Faris e, belê Faris bû serdesta Med, û dest pê kir, ku dest bide ser tevayê Rojhilata nêzîk“([4]).

Şoreşa her du birayên Medî:

Di serdema Qembêz kurê Koreş de (530 – 522 b.z hukumdar bû), Farisan desthilat bêtir bi dest xwe ve birin, û Qembêz Misir talan û dagîr kir. Qembêz carcaran dixeyidî û ji hiş diçû, gelek karên xwînî û nebaş kirin, û ferman da rêvebirê Farisî Berksabîs, ku biçe Agbata (paytexta Med), û birayê wî (birayê Qembêz) Semîrdîs (heye şah Merd be) bi nehênî  bikuje, da desthilatê ji wî nestîne.

Hêjayî gotinê ye, kuHerodotus zanyariyên nakokiyên Farisî – Medî tenê ji Farisan, ne ji Medan, wergirt, Ev jî rêbazeke balkêşan e. Li gor vebêjeya Farisî, Qembêz kar û barên (tevdîrên) seraya qeralî dabûne dest keşeyekî mecûsî navê wî Pîrtzîtîs bûye, wî bi navê Semîrdîs birayek hebû,  nasnavê wî Gaotama, kurê Amîtîda keça Ezdehak bû. Gaomata dişibî Semîrdîsê Farisî, her du birayên Medî keysa kuştina Semîrdîsê Farisî bikar hanîn, û Gaomata li ser textê şahnişînê rûnişt, ku ew Semîrdîs e. Herodotus dibêje: „Wî daxuyaniyek bo hêzên hemî deverên welatên Faris û Misirê verêkir, ku divê ji vir û wê de, fermanên Semîrdîs, ne yên Qembêz, pêk bînin“([5]).

Gava Qembêz, di riya vegera ji Misirê bo welatê Med û Faris,  gîhabû Sûriyê, daxuyaniya Gaotama gîha wî,û pê hay bibû, ku birayê wî Semîrdîs hatiye kustiin, û Semîrdîsê Medî, ne yê Farisî, bûye hukumdar, û her du biraderên Medî şahnişîn ji wî standine. Ew pir xeyidî û enirî, û bi lez tevdîr gerand, bo her du biraderên Medî bikuje, lê ji ber ku nexwaş bû, û hay ji nêzîkbûna mirinê hebû, rêvebirên artêşa Farisî civand û gote wan:

Mirina min nêzîk bû ye, û ez hulma dawî dijîm, pêdivî ew e, ku tiştê dixwazim pêk bînim, bêjim we. Bi navê Xwdaya ku malbata me ya qeralî dipê, û nemaze bo Exmînên, ku li vir in, bêjim: Divê hûn nehêlin Med desthilatê bo xwe vegerînin, eger bi riya xiniziyê bi dest xwe xistin, bi heman çekê ji wan bistînin, lê eger bi hêzê bo xwe vegerandin, hûn jî mêr bin, û bi hêzê bo xwe vegerînin. Eger we bi ya min kir, ezê duayan bo we bikim, da zemîn her xêr û bêrê bide we, zarokan  pir bide we, û hûn pir bibin, û heta hetayê aza bin. Lê eger hûn têk çûn, û we desthilat venegerand, an we hewl neda, ku hûn wê venegerînin, laeta min dagere ser we de, û çarenûsa we berevacî vaya, ku naka bo we dixwazim be, û bi ser de jî dawiya her Farisekî wek vê dawiya min be“([6]). 

Gotina Qembêz li rêvebirên Farisan hukardar bû, nemaze wan didîtin, ku rondikên qeralê wan diherikin, wan jî cilên xwe didirandin û digriyan. Paşê jî Qembêz mir, bê ku keç û kurikan bi şûn xwe de bihêle.

Tolhildana Farisî:

Hukumdariya Gaomatayê Medî heft mehan dirêj kir, di vê navberê de pir gel ji zora hukumdariya Farisî rizgar kirin, û baceyên giran ji ser wan rakirin, û nehêşt kurikên wan beşdar cengan bibin. Herodotus dibêje: „Xelkê di serdema mecûsî de sûdeyên giran bi dest xistin, vê lomê mirina wî (mirina Goamata), ji bilî Farisan, bi hemî asyayîyan, giran bû; ji ber ku piştî bû hukumdar, yekser bace û karmendiya leşker ji ser hemî meletên pê re girêdayîbûn, bo sê salan rakir. Lê piştî heft mehan nîrine nû peyda bûn, û nehêniya wî aşkere kirin”([7]).

Rêvebirê Farisî Dara kurê Heştasp, yek ji wan bînerên tembiya Qembêz bû, û bavê wî waliyê îyaleteke şahnişînê bû, bi nehênî rêkeftin li gel şeş rêvebirên Faris girêda, ku tolê ji her du biraderên Medî hilde, û şahnişînê ji wan bistîne, ewana pandiyên seraya qeraliyê xapandin, û sala (522 b.z) derbas hundir serayê bûn, her du biraderên Medî li hember her heftan rabûn, û şer kirin, û dudu ji wan birîn kirin, lê dawî hatin kuştin. Herodotus dibêje: “Piştî her du mecûsî hatin kuştin, serên wan jê birrîn, her du hevalên xwe yên birîndar di hundir serayê de hêştin, her du serên jêkirî di destên wan de, û daketin kolanan, û qelebalixek mezin peyda kirin. Ew her pêncên sax mane, pêrgî nişteciyan hatin, û tiştê bûye gotine wan, û her du ser (serî) jî şanî wan kirin, û dest pê kirin, her mecûsiyê pêrgî wan hat kuştin. Pê re jî hemî Farisan, piştî lehengiya wan bihîstin, xwe amade kirin, ku wek wan heft hevbendan tev bigerin. Xencerên xwe kişandin, û her mecûsiyê pêrgî wan hat, kuştin, eger êvar nehatiba, wê hemî  mecûsî bikuştana. Ew roj di roznameya Farisî de bû rojeke bi nîşan, ku ahenga kuştina mecûsan tê girêdan, û di wê rojê de nahêlin kesên mecûsî bêne xuyakirin, vê lomê jî ewana di malên xwe de dimînin, û jê dernakevin“([8]).

Encam: Têkçûna soreşa her du biraderên Medî van têbîniyên jêrîn dide xuyakirin:

1.Komkujiya Medan dema kuştina her du biraderan, dide xuyakirin, tevî ku Medî li Agbatana paytext pir bûn jî, lê cemawerê şoreşê hindik bû.

2.Hewesdarîûhevkariya  rêvebirên Faris bo bicihanîna tembiya Qembîz, û vegerandina şahnişîna Med.

3. William Durant dibêje ku Gaomata „olperesetekî  rêbaza mecûsî kevin bû, û ji dil dixebitî, ku zeredeştiya, ku ola dewleta Faris ya fermî bû, ji holê rake“([9]). Ev yeka dide xuyan, ku nakokiya Farisî – Medî ne tenê polîtîkî bû, belê ayînî jî bû di navbera ayîna yezdanî (mecûsî) ya şahnişîna Med, û ayîna zeredeştî ya şahişîna Faris. Gotina Darayê Yekem, bi serbilindî nîşana vê yeke ye. Darayê Yekem gotiye: „Min hemî perestgehên, ku Gaomata kavil kirin, çak kirin, û yên ku Gaomatayê Moga birin jî,  vegerandin“([10]).

 

([1])Dyakonov: Med, rû 396.                               

([2])  William Durant: Ҫîroka şaristaniyê, 402/2.

([3])   Dyakonov: Med, rû 397.

([4])  William Durant: Ҫîroka şaristaniyê, rû 402/2.

 

([5])  Herodotus: Tarîx Herodotus, rû 233, d34, 246. Dyakonov: Med, rû 366, William Langer: Mewsûet Tarîx El-Alem, 93/1.

([6])  Herodotus: Tarîx Herodotus, 246-247.  Dyakonov: Med, rû 390.  

([7])  Herodotus: Tarîx Herodotus, rû 249.

([8])  Herodotus: Tarîx Herodotus, rû 250, 252, 255, 256.

([9])  William Durant: Qîset El-Hedare, 406/2.

([10]) Dyakonov: Med, rû 401.