Share |

Ji Evîna Rojên Kevin:Konê Reş

 KONÊ REŞ DIGEL NEMIR APÊ OSMAN SEBRÎ
KONÊ REŞ DIGEL NEMIR APÊ OSMAN SEBRÎ

Ji Evîna Rojên Kevin:

Gorişme: Çavpêketina Serxetiyan û Binxetiyan

Di salên 1961/1962/1963/an de, rola qaçaxa ku di gundên ber sînor re dibû, qube û mezin bû..

Leşkerên sûriyê û cendirmên tirkiyê bertîl dixwarin û wiha yê ku ji welatiyan bihata kuştin û birîndarkirin an girtin û zindankirin ji kîs xwe diçû.. û di encam de gelek zarok sêwî diman, lingê gelek zilaman jêdibû û derîkê gelek malan dihat girtin..

Di eynî wan salan de, şoreşa Barzaniyê nemir li başûrî welat li dar bû, 49 rewşenbîrên Kurd li Bakurî welat di zindanê debûn û li rojava piraniya endamên Partî digel apo Osman Sebrî û Dr. Nûreddîn Zaza di zindanên Heleb û Şamê de bûn.. Vêca ji tirsa ku Kurd bi raperînek mezin di Kurdistanê de rabin, hikumeta tirkiyê neçar bû ku bêhinvedanekê bide Kurdan û kela dilê wan hinekî sar bike. Ew bêhinvedan, navê wê (Gorişme) bû, anku çavpêketin an hevdîtina Serxetiyan û Binxetiyan, a li ser sînor bû. Li herêma me, ew hevdîtin (Gorişme) di rojên cejnan de li gundê Qesra: (Serçixan), di rewistgeha (Stasiyon) wê de pêk dihat.

Êvara cejnê mala me tijî mêvan dibû, ji bajarê Hesekê û gundên beriya Mêrdînê dihatin, da ku sibeha cejnê karibin çav bi mirovên xwe yên Serxetê kevin. Dema ku li stasiyona Qesra Serçixanê Gorişme destpê dikir, dengê xelkên vî alî têlê û wî alî têlê digha esmana; bang hev dikirin, bi hev re dikeniyan û hin bi hev diaxifîn û digiriyan.. Wê Gorişmê çend salekî dirêj kir û betal bû.. 

 Konê Reş