Hejîreke bi darê ve
Jineke ji caman
kincên min dide ber xwe.
Geh teng dike,
geh fireh dike.
Geh kin, geh dirêj...
Piştçavan li bêrîkirineke venamre
dide hev,
û kirasê bûkaniyê
bi hev dixe.
Ne mûmên hineya wê
vêketin;
ne te, destên xwe
ji gunehan şuştin.
***
Sibeheke şîrkî...
çawa destê xwe vediweşînim,
tu ji min diweş î.
wekî hejîreke bi darê ve,
dibuhurim,
û di berêvareke pirteqalî de
çûkên te min dixun.
***
Ji dûr ve
te xwe dirêjî min dikir,
her çar aliyên binefşan
bi ser xwe ve anîn.
xwe ji te vediqetînim.
dîwar bi dîwar
siya te
bi min re dimeşe.
***
Di vê kêlîkê de
dibe tu di xew de bî
yan jî di hemêza jinekê de,
şîrmijek bî...
dibe te sar be,
ez jî bi payîzan re
vedimrim.
***
Deriyê te vekirî ye,
bendewarê jinekê yî...
deryayek di çavên min de
xwe li beravan dixe,
û di vê kêlîkê de
çima li ser te bi tirs im?
ez nizanim.
***
Perperîkên bihara dawî
ji xwîna min
bar dikin.
mîna qûma beravan
geh germ dibim
geh sar.
***
Gelek caran tu li aliyê din
yê vê rêyê bû.
çavên te
li yeke din bûn.
ez jî li bende yekî din.
--------------------------------------------------------------
Masî
1
Masiyên di golê de.
werdekên te yên
bi tenê.
ewr têne xwar,
û masiyên di destên te de,
bi werdekan re
difirin.
2
Kelpîçên cîranan
yên sor,
serbanên xwar
û şurikên
zingargirtî.
Hemî gol
qeşagirtî ne.
3
Her sibe werdekên te
û masiyên min
xwe didin rokê.
ne werdek hene îro.
ne masî.
ne rok.
--------------------------------------------------------------
Tûtin
Dîrokeke ji jinan,
di çavên wî de
temiriye,
û jiyan çixareyeke şikestî ye
di nav lêvan de.
***
Bîna sînoran
ji pêçiyên te dihat,
û di jenandina te de
dibûm sazekî
ji tûtinê.
***
Dîsa trên...
dîsa çavên min
li ser herdu hesinan
dibriqin
û rawestgeh
bi çenteyan teng dibin.
Cî ji min re tine.
-------------------------------------------------------------
Mêvan
Piştî çariyekê
mêvanên me yên dawî tên.
Sibe vî çaxî
ji mal dermekeve.
Ez ê kincên herî xweşik
li xwe kim,
û te ji xwe re amade bikim.
berî çariyekê
mêvanên me hatin,
û piştî kevokekê
wenda bûn.
***
Bila ev masa li wir
bimîne,
û kursiyên li dorê...
wek ku danîne,
di ciyên wan de bihêle.
Berî tu ji min hilê
dê vegerin
û kursiyên xwe bidin alî,
yan bi carekê
ji vir hilînin.
Axîn Welat:
Li herêma Efrînê gundê Kefercenê (serê kaniyê- berî ku bikin erebî) di sala 1970 de hatiye jiyanê.
Toreya Erebî li zanîngeha Helebê xwendiye û ji salên nodî de bi herdu zimanên kurdî û erebî dinvîse û karê wergerê jî dike.
Di gelek rojname kovar û malperên kurdî û erebî de nivîsên wê hatine belavkirin, herweha bi xwe jî di radeksiyona
malpera Tîrêj ya Elektronî û kovara Hecelname yê de kar kiriye.
Pênc berhemên wê hatine weshandin:
1- Di bin dilovaniya jiyanê de: berhemeke helbestvan Mihemed Hemo ye ku Axîn ji kurdî wergerandiye erebî.
2- Helbestina bê ziman: berhema helbestê ya yekemîn e, ku li Beyrûtê hatiye weshandin.
3- Bayê bakur: Berhema duyemîn e, ji alî weshanxaneya Avesta de li îstenbûlê hatiye weshandin.
4- Noş: Berhema duyemîn e, ku ew jî li îstenbûlê ji alî Avesta yê de hatiye weshandin.
5- Moslînê şîn: ew jî berhema wê ya ku ji aliyê weshanxaneya Ebabîl de li Sûriyayê hatiye weshandin.
ev nêzîkî heft sala ye jî li derveyî welêt nivîsandin û karê xwe didomîne.
6- Mişmişek û du gîlasan: berhemeke ji herdu zimanên kurdî erebî hatiye hilbijartin û bo zimanê Swêdî hatiye wergerandin û di sala 2012 de hatiye çapkirin.
7- Lebîranteke pêçawpêç an jî (mêya jidestdana): di sala 2012 de ji aliyê çapxaneya El Edhem li Qahîrayê bi zimanê erebî hatiye çapkirin.