JI BO HELBESTVANÊ DILNIZIM XALO EHMED HUSEYÎNÎ
Sibeheke rût
Ji dervî nûçeyeke tal
Giyanê min tiştekî dî hîs nake
Çav û gavên min hatine kilîtkirin
Lehiyeke rondik ew fetisandine
Nuha bêyî dilê xwe destê nûçeyeke tal digirim
Bêyî destê te destê min dide erdê
Ji destên xwe bêrî dibim û bêriya destên te dikim
Li dereweke rast diterpilim
Ji xwe dikevim
Û li ber bayê windabûnekê dadiwerivim
Dîlaneke biqerebalix pirsan di bîra hişê min de dikole
Tirabêlka bîranînan berbi jor ve vaye hildiperike
Min bi min vediçiniqîne
Sibehek ji keçkaniya xwe ketî
Kenê min serjêdike
Êvaran dibin lêvên xwe de gezdikim
Dicûm demê bi diranên xweziyan
Ta ku ji vîna kenê te ayeteke nuh biafire
Li tabloya kenê te dinêrim û bi mirina xwe re dipeyivim
Nûçeya tal reng sor e
Çav sor e
Dil sor e
Xezeba sor çav kor e
Henasên helbestê têne çikandin
De nuha bitena xwe were
Li vir bimîne
Hetahetayê bimîne
Û dilê me bibîne
Kêra bêrîkirinên xwe di kezebê me de biçikîne
Nameya mirinê ji nav me birevîne
Û guliyên helbestê bi destên xwe bilîzîne
Pisk û keziyên Şermola di pirtûka êşistanan de bilorîne
Bagera çîrokên serpêhatiyên xwe carek dî bi ser me de birijîne
Li vir bimîne û me nemrîne
Tembînameyan ji asoyên dûr re
Ji delalên îro û doh re li ser baskên
Êvaran bi girnijîna xwe re bişîne
Hîn pir kêlî hene
Me ew newestandine
Hîn pir kêl hene
Me ew nehejandine
Hîn pir dîlan hene
Me ew negerandine
Hîn pir dastan hene
Me ew neşopandine
Hîn pir çîrok hene
Me ew ji şevan nerevandine
Hîn pir şev hene
Me ew dilandika elendê de nelorandine
Hîn pir xwezî hene
Me ew ji stêrkan re negotine
Û hîn pir dil hene
Te di nava xwe de hilandine
Çavên dil li siya te diger e
Sawirên dûrbûnê me diqutifîne
Di kolanên bendewariyên de rojan bidar veneke
Sernîvişteke bê dad
Bera hêviyên me nexapîne
Li vir bimîne û me nemrîne
***********************