Share |

Kaniya bê serî… Ronî ELÎ

Ji sere kaniyê re

 

 

Koçberên evînê

Li welatekî tazî

Heyameke dûman girtî

Bi sirûdên goristanan

Di nav laşên bê deng re

Hawara topên azadîxwaz

Û kavilên kolanan de

Bi lez û gez

Gavên azadiyê

Ristin û hûnandin

 

Siloganên di gewriyên ziwa de

Bi dergûşa hembêzê re

Holka dilekî xemkêş

Dahola şadîmaneke pingirî

Û keziyên buhareke wenda

Di tûrê penaberiyê de

Bûne nişteciyê

Dîwarekî sar

Mazûbanekî lal

Û zemîneke bê ziman

 

Gerdenê bûkeke bextewer

Di gustîlka zavayê şoreşger de

Bi talîzoka guleyên rikberan re

Di mila hêviyên tengijî

Baskên çivîkên perpitî

Lêvên zarokên bê nav

Û hinavên sînorekî dorbêçkirî de

Şoreşeke avis

Hejand … kiland … rijand

Û kujarekî aştîxwaz ber avêt

 

Dijminekî dost

Dostekî dijmin

Li ser pira dijminekî hovane

Sîbera talana omîdan

Di memikên serhildaneke piştxûz de

Welatek xem sar kir

Zeviyên mezobotamya

Di giyanê "Miş,elê" serwer de

Sorgulên nû jiyanê

Derkirin û binav kirin