Share |

Kesayetiyên Kurd û helwest...Xelek 5... Destpêkên awanbaziya dij şahê Med Ezdehak

 

Dr. Ehmed  Xelîl ... werger: Heyder Omer

Cejna Newrozê (Nûroj) di dîroka kurdî de taybetiya payebilind heye, ewê wateya ayînî heye, ji ber ku li gel efsaneya Tavê, û li gel zîmbola tavê û êgir di hemî şaxên ola Yezdan  de (zeredeştî, ezdahî, yarsîn û alewî)  hevbest e. Ev wateya ayînî, di heman demê de, tev li wateyên ekologiyê dibe; ҫimkê 21 Avdarê roja naverast a buharê û wekhehiya şev û rojê ye, û xwenûkirina jiyana geya û daran e. Her weha evê rojê wateya netewî jî qezenc kir, ji ber ku li gel bûyerên giring ên dîroka pêşiyên Kurd girêdayî ye; şoreşa Kawayê hesinkar dij şah Ezdehak, yekek ji wan bûyeran e. Em dixwazin lêre vê babetê vekolin.

Du rastiyên Dîrokî:

Dê gelek sûdar be, ku em du rastiyên dîrokî jibîra nekin:

Rastiya yekem:Şah Ezdehak kurê şahê Med ê gewre Keyxusro, rizgarkarê Med ji bin destên şahnişîna Aşûr e. Berê jî me xebat û lebatên Ezdehak bo firehkirina desthilata şahnişîna Med, da bibe împeretoriyek, gotubêj kiribûn, û ji berê de hatiye zanîn, ku pirbûna navendên hêzan, di hundir dewletekê de, yekîtiya wê dewletê dide ber gefan, ҫimkê gava ew navendan ji pergala hevtewaw û hevgiritinê ber bi pergala nakokiyê de bişimitin, dewlet yekîtiya xwe, hem wek helwest û hem jî wek biryar, ji dest dide, û dijayetî û tevlihevî şûna aşîtiya civakî distînin, û dewlet ber bi hilweşandinê ve diҫe.

Tam evê yekê di şahnişîna Med de rû da. Ev şahişîn ji dema damezirandina wê de, bi serkêşiya şah Deyako, ji hevgirtina şeş êlên mezin pêk hatibû, û (encûmena hevgirtina êlan) rêvebirek, li gor zanebûn û karînên wî, ji nav endamên xwe bo şahnişînê hildibijart, lê her yekî ji wan endaman, ji warê malbatê û navdengiyê de, xwe wek şah didît, vêca divabû, ku şah di têkilî û danûstanên li gel wan de pendiyar be, û desthilatê ji wan nestîne.

Ev cûrerist, di dîroka dewlet û şahnişînên pêşiyên Kurd de, serdest bû, wek nimûne: Dema hukumdariya şahê Gotî, li gor yasayê, şeş sal bû, û li gor hin pergalên taybet dihate dirêjkirin([1]). Ev cûrerist giringtirîn sedemên kurtetemenê dewlet û şahişînên Kurd bû, ji berê de û heya sedsala bîstemîn, ku Kurd bê dewleta xweser in, û wan pirojeya kurdî yekbûyî ji bo rizgarkirina Kurdistanê nîne. Eger em dîrokên gelên, ku şahnişîn û împeretorî ava kirine vekolin, dê sayî were xuyan, ku rolên rêvebirên sitemkar di vî warî mezin bûn, û di dîrokê de gelek nimûneyên, ku vê yekê, hem li rojhilat û hem jî li rojava, dupat dikin hene.

Xuyaye, ku Ezdehak xwedî pirojeya polîtîkî dûrbîn bû, û dixwast şahnişînê bike împeretorî. Di rûpelên berê de jî hatibû diyarkirin, ku wî serkeftiyên berbiҫav, di vî warî de, bi dest xistibûn. Evê pirojeya polîtîkî dûrbîn bûbû sedem, ku ew hemî desthilatan bi xwe bi rê ve bibe. Ev rêbaza rêvebirinê, di têrmologiya polîtîkî de bi (sitemkariyê) tê naskirin. Bi vî awayî Ezdehak bû armanca xeyd û kîna rêvebirên Med, û Harpage jî bi wan re. Her weha xuyaye ku Ezdehak tev geriyabû, ku rikberên wî hêza leşkerî, ji bo serhildana hundirîn,nebin, vê lomê ewana li gel şahê Faris; Kureşê duwem, ji bo gêrkirina Ezdehak awanbazî gerandin, û bi ser ketin jî.

Rastiya duwem:Dîrokzanê Yonan Herodotus yekemîn kes e, ku hin zanyarî li ser Medan diyar kiribûn, ew jî di navbera salên (484 – 425 b. z) de, li bajarê Girîkan (Halicarnassus), ji dayikê bûbû; ev bajar naka bi (Bodrum) tê naskirin,  bajarekî başûr-rojhilatê Asyaya biҫûk e (Tirkiya halî hazir). Asyaya biҫûk, wê demê, pareke împertetoriya farisî bû. Herodotus welatiyekî dewleta farisî bû, û piştî ku cenga Faris û Girîkan sala (449 b. z) rawestiya, Herodotus seredana hin weletan kir,  wek Babil (Îraqa halî hazir) û welatê Faris, û zanyariyên seyrana xwe di pirtûka, ku bi navê (dîroka Herodotus) tê naskirin de tomar kirin([2]).

Herodotus di tora Farisan de:

Sê tiştên ji zanyariyên Herodotous, bo me giring in, ev in:

Yek:Piştî gêrbûna şahnişîna Med bi sedsalekê Herodotus seredana herdu welatên Babil û Faris kir([3]).

Du:Li gor gotina Herodotus, ewî  zanyaiyên li ser Medan ji hewalbêjên rastgo yên   Farisan, ne ji rastgowên Medan, wergirtibûn([4]), tevî ku Medî  wê hingê hebûn.

Sê:Herodotus tiştê, ku ji keşe û serleşkeran û karmendên din ên mezin dibihîst, bê ku baş lê hûr bibe, û ne li gor logîka hiş û rastiyên realîteyê bin, tomar dikirin. Vê lomê jî zanyariyên wî tev li xerafetan û efsaneyan bûn([5]).

Belê, Herodotus piraniya zanyariyên li ser Medan, ger ne hemî bin jî, ji Farisan wergirtibûn, pêre jî ket ber tora wan, pêjna vê yekê ji wan zanyariyan tê, ku Deyako bi awayê keysebasî tevdigerî, ne ji ber  niştimanperweriyê, û ne jî ji bo yek-kirina Medan û damezirandina şahnişîna Med, belê ji bo bibe şah, tevî ku şoreşa wî li dij şahnişîna Aşûr dupat dike, ku ew xwedî pirojeya niştimanî rizgarî bû , ne ji bo daxwaza desthilatiyê bû. Şoreşa wî dij şahnişîna Aşûr, piştî damezirandina şahnişîna Medan, û jidestdana jiyana xwe di vê riyê de, vê boҫûnê dupat dikin, tevî ku ewî dikarîbû wek şahekî  bo karmendiya şahnişîna Aşûr bimaya, lê wusa nekir.

Tevdîra rêvebirên Farisaan di şirovekirina xewna Ezdehak, ya ku berê me qala wê kiribû, de jî numa xuya ne, her weha di diyarkirina wî wek sitemkarekî de, ku ferman dabû, da hem neviyê xwe (Kureş) ê ku hîna zarok bû, were kuştin, û hem jî kurê Harpage ê rêvebir, were kuşitin û goştê wî tev xwarina bavê bibe, da buxe. Hêjayî gotinê ye, ku girêdana hin bûyerên giring li gel xewnan, di dîrokê de, diyardeyeke dubare ye, wek nimûne: Xewna şah Nemrûd a li gel pêximber Birahîm, û xewna Fîr-ewnê Misirê ya li gel pêximber Yûsif.

Alozî ew e, ku tayên awanbaziya dij Ezdehak li ba vê yekê namîn in; bi gotineke din: Riswakirina kesayetiya Ezdehak di bîriya gelên aryanî yên rojhilatê de ne tenê di zanyariyên curbecur, ên ku Farisan dabûne Herodotus, û wî jî bê lêhûrnerîn ji wan biribû,de ne, belê bi ser de jî tayên awanbaziyê, bi awayê pirgirêk û diramatîk, gerandin, û di bîriya aryanî de dan xuyakirin, ku ew xwînmij bû, û ev yeka bi cejna Newrozê (nûroj) ve girêdan.

Gelo ҫima evqas dupatî li ser iblîskirina şah Ezdehak? Bersiva vê pirsê babeta, ku wê bê ye.

([1])  Dyakonov: Med, rû 112.

([2])  Herodotus: Dîroka Herodotus, rû 20-22.

([3])  Ebdilhemîd Zayêd: Eşşerq El-Xalêd, rû 640.

([4])  Herodotus: Jêdedera navborî, rû 77.

([5])  Tewfîq Suleyman: Dîrasat fî hedarat Xerbî Asyaya kevin, rû 27, 28.