Share |

Keskîn: Bextyar Elî li nava xwendevanên Bakur cih dîtiye

Rêveberê Gişrî yê Weşanxaneya Avêsta Abdulla Keskîn

 

Rêveberê Gişrî yê Weşanxaneya Avêsta Abdulla Keskîn di hevpeyvînekê de lihel BasNewsê (Ku dê heftiya bê were belavkirin) balkişande ser têkiliya navber Avêsta û nivîskarê navdar ê Başûrê Kurdistanê Bextyar ELî û got:

“Heta niha me di navbera 50-60 pirtukên ji Soranî werêrane Kurmancî û Tirkî, min gelek ni navê Bextiyar Elî dibhîst ku nivîskarekî gelek başe, me lêkolîn li ser nivîskarên baş dikir.”

 

Abdulla Keskîn diyar kir ku “Di gelek konferans û civînên taybet bi wêjeya Kurdî de, tim navê Bextiyar Elî û Şêrzad Hesen, Ferhad Bîrpal min ji berê ve ew nas dikir, Min berî 15 salan wate sala 2000-2001ê min pirtûkên wî (Bextiyar Elî) bidest dixistin.”

 

Kaskîn amaje kir ku 3 pirtûkên Bextiyar Elî ji bo Kurmancî hatine wergêrandin, piştî vê yekê min peywendî bi Bextyar Elî re kir û min destûr jê wergirt ji bo wergêrana hemû pirtûkên wî bo Kurmancî û wiha got: “Yekem pertûka Bextyar Elî Evara Perweaneyê bi kurmancî derket û ew 300 rûpel bû, heta wê demê li Bakurê ez bawerim ku 3 kesan Bextyar Elî nas nedikir, ji ber pirsa ziman û diyalektê, ji ber ku bicîbûna nivîskarekî di nav xelkê de wiha nehesane, raste em yek miletên lê her tiştê me ji hev parçe bûye. Di demek kurt de Êvarya Perwaneyê têkiliyek cidî dît, li gor şert û mercên Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye firotina wê baş bû, reaksonên gelek baş ji xwendevanan li ser dihatin.”

 

Pertûka Bextyar ELî ya duyem jî Cemşîd Xan bû, di 2014an de jî Qsra Balindeyên Xemgîn me wergêrand “Niha jî yek ji nivîskarên ku herdem xwendevanên me çaverêyî xwendina berhemên wan dikin Bextiyar Elî ye, tevî ku xwendevanên Kurdî zû bi zû reaksona xwe nadin xuyakirin.”

 

Rêvberê Giştî yê Weşanxaneya Avêsta da balkişande ser wê yekê jî ku “Sala 2013an me konferansekê li Diyarbekirê ji Ferhad Bîrpal re lidar xist, wê dem çend kes rabûn û bang kirin “Emê kengî Bextyar Elî û Eta Nehayî bibînin. Niha jî ez dikarim bibêjim Bextyar Elî li Bakurê Kurdistanê jî navekî gelekî navdare, ji sedî 95 ji navên Kurdî wek bazar navdartire.”

 

“Niha jî çapxaneya Dogan Kîtap mafê wergêrandina Êvareya Perwaneyê bo zimanê Tirkî ji Avêsta wergirt. Dogan Kîtap jî yek ji çapxaneyên herî mezin û navdar ên Tirkiyê ye û xwedanê wê heman xwedanê CNN-Turk, Kanal D û Hurryet e. Bi navê Bextyar Elî me peyman ligel Dogan Kîtap îmzekir, di nava du salekê yan du salan de wê Êvareya Perwanê bi Tirkî jî derbikeve.”

 

Bi gotina Kaskîn “Nivîskarên Başûrê Kurdistan gelek dixwazin petrûkên wan bi Tirkî belav bidin, lê rewşa Tirkî nizanin, ku tu dibêje çapxaneyek tirkî ew dîn dibin li ser, ev yek jî gelekî şerm e. Min gelek caran ji wan re û ji Şêrgo Bîkes re jî gotiye ku, eger nivîskarek cihê wî di nav Kurmancî de nebe û cihê wî di nava Tirkî de jî nebe, eger Bextiyar Elî di nav xwendevanên Kurdî de cih negirtiba û bala xwendevanên Kurd nekişandiba, di demek kurt de Dogan Kîtap bixwe nedihat û daxwaza wergêrandina petrûka wî nedikir. Wan daxwaz kir û ew yek her 3 weşanxaneyên herî mezin e li Tirkiye.”

 

Di dawiyê de Abdulla Kaskîn amaje kir ku “Êvara Perwaneyê petrûka herî zêde ku hatiye firtoin niha. Di Gulana bê de, di 20 saliya Avêsta de wê konferansek li Stenbol û Diyarbekir ji Bextyar Elî re were lidarxistin, em hewil didin ku li Wanê jî konferansekî ji bo wî bikin, lê heta niha ev yek piştrast nebûye. Ege li Diyabekirê jî ew konfserans pêkneyê, emê di Payizî de konferansekê jê Bextyar Elî re pêkbînin, ji ber ku xwendevan daxwaz dikin.”

 

BasNews-Jotiar Murad