Share |

Kitêbek û nivîskarekî nû: Dojeha Veşartî ya Bawer Rûken

 

Kitêba yekem a Bawer Rûken “Dojeha Veşartî” di nav weflanên Avesta de derket.

 

Nivîskarek… Tenê di odeyekê de… Di odeyê de perdeyek, şimik, pênûs, mase, kursî, lênûsk, textê razanê û pirtûk hene. Û rojekê nivîskar winda dibe.

 

Perde: Lê, niha li şûna xwe valahiyeke bi hesret hiştiye. Ew tune ye. Dibe ku careke din li min û odeya xwe venegere. Ez ê vê yekê tu carî nizanibim. Ka çima çû? Ji ber çi ewqasî dilxemgîn bû?-Çima bi ser wêneyêwê keçikê de her şev berî ku rakeve digiriya?

Şimik: Piştî nîvro bû. Em pê re heta ber derî çûn. Cihê ku sol lêbûn. Me nedixwest nigên wî berdin. Berxwedana me bi ser neket. Em ji nigên xwe derxistin. Solên xwe kirin pê û çû. Em jî li pey wî, li ser hev siwar bûn. Jixwe ji destê me jî tu tiştekî din nedihat.

Pênûs: Ez niha li xwe mikur têm. Heger wê rojê wî bikaribûya ez li ser pelên spî daniyama. Dibe ku dev ji çûyîna xwe berda. Ew di dilê min de bûye kul. Êşa nenivîsandinê ew bi ber bayêxwe xist.

Mase: Sebebên ku ew serê xwe rake, mîna dînekî biçe pir in. Lê ez nizanim ji wan sebeban kîjan hîn girantir derket. Xwedê dizanê ez ê tevli vê pirsê, di hundirê vê odeya piçûk de hêdî hêdî ji hev bikevim.

Kursî: Di ser çûyîna wî re mehek derbas bûye. Reva wî ji ber çi bû nizanim! ‘Rev’ dibêjim ji ber ku ya wî neçûyîn bû. Pir caran ku li ser min bedenê xwe ya westiyayî bi şûn dikir. Ji bo nivîsandina tiştekî difikiriya tavilê dilêwî bi hêl lêdixst. A wê çaxê ez têdigihîştim ku dixwaze benê ku ji bindestiyê li stûyê wî geriyaye parçe bike. Û loma…

Lênûsk: Mehek berê bû. Piştînîvro bû ez danîm ser maseyê, min got qey wê dest bi nivîsandina çîrokeke nû bike. Berovajiyê fikra minwî hemû çîrokên xwe ji hundirê min çirandin. Bi ser hev de guvişandin. Paşê avêtin tûrekî naylonî. Û winda bû…

Textê Razanê: Ew evîndarê min î yekemînbû. Heger qedera min a teres wiha berdewam bike wê bibe yê dawînjî. Lê ez razî me. Herçendî ku hemêza min kort û tenik kiriye jî, ez ne xemgîn im. Bes e bila vegere.

Pirtûk: Tenê wî ji zimanêmin fêm dikir. Destê xwe didanî ser bergê min. Dema ku ez ji nav pirtûkên din derdixistim, bi kubarî rûpelên min diqulipandin, dest bi xwendinê dikir. Pê re jî kêfxweşiya ku di hundirê wî de pêk dihat xwe dida rûyê wî. Û ez jî pê re bextewar dibûm.

BAWER RÛKEN

 

Di sala 1985an de li gundê Hajîlerê ya Hewaga Ruhayê hatiye dinyayê. Di sala 2010an de Zanîngeha Mêrsînê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Mamostetiya Seretayî qedandiye. Çîrokên wî di kovara Çirûskêû Tîrojêde û nivîsên wî jî di rojnameya Azadiya Welatde derçûne. Xelata Wêjeyî ya Huseyîn Çelebî di beşa çîrokê de wergirt.

 

Dojeha Veşartî

Bawer Rûken

(Çîrok)

ISBN: 978-605-5585-84-6

19.5x13, 88 rûpel, 10 TL

www.avestakitap.com