Konê Reş
Di roja 25/5/2018 an de helbestvan, bêjerê Şoreşa Êlûnê, (Yê ku yekem car di şoreşa Kurdistanê de, bi serokatiya Barzaniyê Nemir, got: "Vêre dengê Kurdistan e”), xwediyê gotinên strana Nesrîn (Ya ku Mihemed Şêxo dibêje) û bêjerê Dengê Amerîkam beşê Kurdî li Washingtonê Xelefê Zêbarî ji nav me bar kir.. Û sibeha 26/5/2018 an li Amerîka, bajarê Washingtonê hat veşartin û xweziya wî pê re çû gorê:
Nesrîn xwezî te bibînim.. To şîn dibî careka dî.. Ne ji wê binê ji bineka dî.. Ne ji wî warî ji warekê dî.. Xwezî çi car nehête cî.. Eger bêtin bi rengê dî..
25-27/5/2018an ve, rêûresmê behiya wî li bajarê Akrê, ji layê kes û karêt wî ve, li mizgefta (Şehîd A. Qado) tê birêvekirin..
Xelefê Zêbarî! Erê Xelefê Zêbarî ji nav me bar kir.. Kî wî nasnakî? Kê li gotinên wî guhdarî nekiriye, dema Mihemed Şêxo bi dengê xwe yê henûn, şêrîn û zîz strana (Nesrîn û Kewê Xortê Serê Çiya Me) dibêje. Ji bilî Mihemed Şêxo jî gelekan ji hunermendên Kurdistanê helbestên wî kirine stran wek Mehabad Zaxoyî, Mihemed Teyib Tahir û gelekên din..
Xelefê Zêbarî; helbestvan û pêşmergeyek ji pêşmergeyên şoreşa Êlûnê bû, berî likumandina şoreşê, bêjerê Dengê Kurdistana Îraqê bû. Ew bû yê ku nav di pêşmergeyan de dida û digot: Pêşkevin pêşmergeyên qehreman.. Ta ku digel hevalê xwe Mihemed Şêxo di Îranê re derketin.. Ji 27 salan ve Xelefê Zêbarî jiyana xwe li Washngtonê û karê bêjertiyê di Dengê Amerîka, beşê Kurdî de dikir.. Qenciya wî li gelek rewşenbîrên Kurd heye ku wî di programê xwe (Ferheng û Toreya Kurdî) de hevpeyvîn bi wan kiriye û ew dane naskirin, ez yek ji wan im..
Di axaftinek telefonî de, berî 7 salan, wiha ji min re got: "Ez fexir û iitîzazê dikim ku min xizmeta miletê xwe kiriye û ev 20 sal in ku ez li Washngtonê me, wek bêjer di Dengê Amerîka, beşê Kurdî de, min xizmet ji bo ferheng û toreya gelê xwe kiriye.." û got: "Ez xweş bawerim wê Kurdistan ava bibe û wê ji pêşketîtirîn dewletên rojhilata navîn be.."
Dawî dibêjim, wek ku bav û kalên me gotine: "Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne".
Li dor çîroka Nesrîna xwe û Mihemed Şîxo wiha gotiye:
- Li sala 1973 ji bo yêkemîn car min ev helbeste dav Mihemed Şêxo li Nawpirdan li Çomanê, demê bi seredan hatîye wêrê, her wesa Sebrî Botanî jî helbesta ez bûme pîrê xem civîn û Mistefa Etroşî helbestek dabûyê.
- Piştî çend rojeka Mihemed Sêxo çend rêzek ji helbesta min û ya Sebrî Botanî di hevpeyvînekê de li radyoya Kurdî li Bexda gotin.
- Sala 1975 li meha Avdarê Mihemed Sêxo vegeryav Çomanê û serheldana Kurdan bi dûmahî hat piştî rêkkeftina Cezayirê. Mihemed Şêxo ço ordagayê Rebetê li Îranê.
- Piştî hingî penaberêt Kurd bi ser bajêrêt Îranê da belave kirin û Mihemed Şêxo bire Gumbet Kawis li bakora Îranê.
- Di wan du sal û nîvêt ku ez li Îranê bûm, Mihemed Şêxo du helbestêt min kirin sitran ew jî Nesrîn û Kewê xurtê serê çîya bûm. Her wesa gelek helbestêt Mistefa Etroşî jî kirin sitran.
Nesrîn
Demê min to dîtî Nesrîn
herdû çavêt direş digrîn
ewan çavan digote min
careka dî to min nabîn
dil û can li min bibîne xwîn
Ji hemî la min vebîn birîn
ji ber şenga didan zêrîn
ji ber şoxa bejin şirîn
te dêm têkel befir û xwîn
to ji gula bûy gula Nesrîn
Behar behî Nesrîn werya
kevne nêrî li ser çerya
heyfa min têt Nesrîn birya
rundik weriya ser wan rûya
ew çavêt reş gelek girya
Nesrîn xwezî te bibînim
to şîn dibî careka dî
ne ji wê binê ji bineka dî
ne ji wî warî ji warekê dî
xwezî çi car nehête cî
eger bêtin bi rengê dî.