Bi helkefta roja mamustayê kurd yak u di 26-4 de derbas dibe , komeleya Celedet Bedirxan û komeleya Orkêş li bajarê Amûdê mamustayê zimanê kurdî nivîskar Deham Ebdilfetah li ser berhem û xebat xizmeta bi salan ji bo zimanê kurdî xelat kir.
Xelat ji aliyê nivîskar Arşek baravî rêveberê Komeleya Celedet Bedirxan hate dayin
Deham Ebdilfetah di sala 1942 an de li gondê "Bellê" li herêma Amûdê ji dayîk bûye, xwendina wî ya bilind; lîsans di zimanê erebî de bidestxistiye, derdora 20 salan mamustatîtî li herêma Amûdê kiriye, 9 pirtûk di derbarê ziman û wêjeya kurdî de afirandine.