Ev pirtûka Konê Reş (Ji Stêrên Welatê Qedexe), nû hatiye çapkirin û di roja (28.11.2013)an de, ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Ev pirtûk li Duhokê,
di nav 31 pirtûkên nû de, ji weşanên (Rêveberiya Çap û Belavkirinê li Duhokê), hatiye çapkirin û di roja 28.11.2013an de, di nav wan weşanan de ji bo imzekirinê, li zankoya Duhokê, di hola konferansan de hatiye raxistin ji bo forotin û îmzekirinê.. Sed mixabin ew derfet nebû ku Konê Reş here Duhokê û vê pirtûka xwe a nû imze bike..
Li dor çapkirina vê pirtûkê Konê Reş a nû wiha dibêje: Ez ji dil û can spasiyên xwe peşkêşî mamoste Kerîm Byaniy edîtorê Rêveberiya Çap û Belavkirinê li Duhokê dikim ku ev pirtûka min wiha bedew çapkirine.. Pirtûk ji 255 rûpelan pêk tê.
Hêjaye gotinê ku ji encamên keda Konê Reş a bi salan, îsal 4 pirtûkên wî bi zimanê kurdî hatine çap û belavkirin û hin jî bi rê de ne, amade ne ji çapê re:
Fermo diyariya Konê Reş a vê pirtûka wî a nû bixwînin:
(Mijarên vê pirtûkê (Ji Stêrên Welatê Qedexe), di çax û demên têvel de hatine nivîsandin. Ji 30 stêrên geş pêk tê.. Her stêrek li gor ronahiya xwe xeber dide û li gor navê her stêrekê min derfet daye ronahiya wî..
Ez kêfxweş dibim ku xwendevanên zimanê kurdî li ber ronahiya van stêran ber xwe bibînin û rêçikên durist di pêvajoya xebata rewşenbîriya kurdî de, ji xwe re bibijêrin û her wiha xwe ji xebatê bê par nehêlin. Her yek ji rex xwe ve kevirekî di avahiya rewşenbîriya kurdî de deyne..
Bela serboriya van stêran ji me re bibe navtêdan, dehifdan û sorkirin ber bi parastina ziman û rewşenbîriya kurdî ve..)
Cemşîd Bagokî
Qamişlo, 01.12.2013