Share |

Konfiransa Rewşebîrên rojava li Amedê li dardikeve

Li roja 1 hizêranê de rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê ku li Turkiyê û Bakurê Kurdistanê neşteçîhin, wê li Amedê di konfiransa şêx Meşûqê Xeznewî de wê bên ba hev.

wekû hatibû xuyakirin ku ev çend meh bi riya enternêtê bang li tevayî rewşenbîrên rojava hatibû kirin ku beşdariyê di vê konfiransê de bikin, û  amadekariyên vê konferansê ji aliyê komîteya amadekar dihatin kirin, û di encamê de rewşenbîrên ku xwe gihandin vê komîteyê hatin vexwendin û dê tevlî vê konferansê bibin.
li ser amadekariyên dawî Helbestvan Şepal Heyvo da xuyakirin ku, Amadekariyên me  başin me hewl da ku em hemî rewşenbîrên ji rojavayê Kurdistanê ku li bakurê Kurdistana dimînin vexwendî vê konfiranê bikin, bê ku em tu kesî jê dûr bixin û bi awayekî serbixwe û bê alî em dixwazin her kes beşdar bibe, ji ber ku merema me ewe ku em her kesî di bin sîwana vê hevgirtinê bicivînin.

berdewam kir û got ku em dixwazin bi biryarin baş ji vê konfiransê derkevin, wek derxistina Kovarekê û çapkirina pirtûkan, vekirina pêşengehan û.. hwd, ku rewşenbîrên me bipejirînin û li gora pirensîbên (HRRK)

di vê derbarê de jî helbestvan Rizoyê Xerzî jî dest nişan kir ku ji ber rewşa Sûriyê û rojavayê Kurdistanê û belavbûn û koçbarkirina mirovan û derketina wan derve û welatên derdora Sûriyê, û ji bo ku ev kesên li derveyî rojava bi rolekê bilîzin û xwe bi rêxistin bikin konfiransên weha pêwistin.

di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Beriya niha konfiransek ji rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê yên li Ewropayê dijîn jî hatibû lidarxistin û yek ji biryarên wê bû ku konferansek li Amedê û paşê li Başûrê Kurdistanê jî pêk were, û Herî dawî wê kongreya çaran a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo were lidarxistin, û nûnerên ji van hersî konfiransa di gel rewşenbîrên deverê wê li Qamişlo li hev bicivin.

Hêjayî gotinê ye ku  li gora Hat diyar kirin ku nêzîkî 60 rewşenbîrên ji rojavayê Kurdistanê yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dijîn wê tevlî konferansê bibin, Her wiha wê ji Ewropayê jî şandek ji desteya Rêveber a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dê tevlî vê konferansê bibe û dibe ku ji rojava jî beşdarvan hebin.
  
Hozan Emîn - Amed