Share |

Kovara Bîrnebûn: Dengê Kurdên Anatolîya Navîn

Kovara Bîrnebûn
Kovara Bîrnebûn

Kovara hunerî, çandî û lêkolînê “Bîrnebûn” piştî Newrozê bi hejmara 89an gihîşt ber destê xwendevanan.

Biryara derxistina Bînebûn di sala 1996an de ji alîyê komek Kurdên rewşenbîr yên Anatolîya Navîn ve li Almanyayê hate dayîn.

Di Newroza 1997an de, kovarê hejmara xwe ya yekem derxist û heta niha her 4 mehan carekê bê rawestan tê weşandin.

Ev 27 sal in, kovara Bîrnebûn di jîyana Kurdên Anatolîya Navîn de valahîyek mezin tije dike.

Di destpêkê de kovar Kurdî-Tirkî derdiket, lê piştî bihûrîna dem û hejmaran wê bi giranî pala xwe de ser Kurdî.

Di kovarê de bi taybet devoka Kurdî ya Anatolîya Navîn hem bi awayekî nivîskî derket pêş û hem jî Kurmancîya gelemperî hate bikaranîn û bi zimanekî hevpar serketî bû.

Gelek Kurd bi saya vê kovarê çand, huner û jîyana Kurdên Anatolîya Navîn nas kirin û gelek nivîskar û lêkolînvan jî bi vê kovarê pêş ketin.

Adem Ozgur yek ji van nivîskaran e. Ew di dema zaroktîya xwe de vê kovarê nas dike, lê piştî demeke jî ew wek nivîskarê kovarê derdikeve pêş.

Ozgur, ev 10 sal in bi zimanê Kurdî di Kovara Bîrnebûn de lêkolîn û gotarên xwe diweşîne. Ozgur çîroka xwe ji Dengê Amerîkayê tîne ziman:

“Berpirsê kovarê xalê min bû. Ji ber vê jî dema ez zarok bûm Bîrnebûn dihate mala me. Lê dema ez bûm 21 salî, nivîsa min cara yekê hate weşandin. Jibo min kelecaneke mezin bû. Lê ev 10 sal in ku bê rawestan nivîsên min di kovarê de tên weşandin.”

Bîrnebûn êdî wek behreke dîroka Kurdên Anatolîya Navîn e. Heta niha gelek mijarên hunerî, çandî, civakî, dîrokî têda cî girtin.

Ozgur, radigîhîne ku di vê kovarê de Kurdên Anatolîya Navîn hem xwe naskirine û hem jî tevahîya Kurdên din bi awayekî zanistî tiştên nû fêr bûn.

“Bîrnebûn bi sernavê hunerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatolîya Navîn her çiqas derkeve jî lê dîrok, civakzanî, çand û hunerê tevahîya Kurdan jî tê de cî digre. Ji ber vê jî dikarim bêjim ku Bîrnebûn vîna gelê Kurd e.”

Di kovarê de wêje, kurteçîrok, çîrok, helbest, şano, folklor, efsane û wergerên ku li ser Kurdên Anatolîyê hatine kirin jî cî digrin.

Hêjayî gotinê ye ku gelek nivîkar û lêkolînvan di kovarê da cîh girtine, wek Nebî Kesen, Nuh Ateş, Alî Çîftçî, Seyfi Dogan, Fikret Yidiz, Muzaffer Ozgur, Mem Xelîkan, Berîvan Keskîn, Mehmet Bayrak, Rohat Alakom, Îhsan Turkmen, Mehtab Îdelî, Altun Başaran, Osman Alabay (Curukî), Îrfan Baysal, Bekir Darî, Haci Erdoğan, Vahid Duran, Amed Tigris, Mahmud Lewendi, Memê Hilkecikî, Hesenê Metê, Neçîrvan Qilorî, Memê Mala Hine, Prof. Dr. Hacî Akman, Xizan Şîlan, Yusuf Yeşîloz, Yusuf Polat, Ecevît Yildirim, Memduh Selîm, Nesrîn Bayram, Fatoş Koyuncuer, Mille Evîndar, Mistoyê Heco, Adem Özgür, S. Erdem, Enes Rojvan, Bilal Celebli, Hizir Akbîna û gelek kesên din.

 

 

Eyûp Demîr-Dengê Amerîka