Psychology Kurdî bi jimara xwe ya pêşîn li ser travmayê rawestiya bû û di jimara duyem de jî behtir li ser tedawîkirina travmayê rawestiyabû.
Kovar niha jî bi jimara xwe ya seyem li ser mijarên curbicur radiweste û me bi naverokeke dewlemend pêşwazî dike.
Di vê jimarê de koma Psychology Kurdîyê bi giranî li ser van mijaran rawestiyaye…
Prof. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Nêrînek li ser Pêwistiya Zimên ji bo Tendirustiyê” bi zimanekî zanistî girîngiya zimên, xweza û aramiya derûniya zimên ji xwendevanan re rave dike.
Derûnnas Mesut UMAR bi nivîsa xwe ya “Istismar û Ihmalkirina Zarokan” bi hûrgilî behsa îstismar û îhmalkirinê, cureyên wê dike, bertek û encamên wê dide nasîn.
Bi Prof. Dr. Vamik D. VOLKAN re me hevpeyvîneke balkêş kir. Di vê hevpeyvînê de, em li ser mijarên şîn, şîna civakî, şîna sirûştî, şîna derûnnexweşî (psychopathological) û li ser dermankirina şînê axivîn.
Derûnnas Darius WINZER bi nivîsa xwe ya “Şîn û Şîna Normal” pêvajoya şîn û şînkêşiyê bi me dide nasîn û hevsengiya pêvajoya nû vedibêje.
Derûnnas Siyabend ASLAN bi nivîsa xwe ya “Mirin, Windahî û Şîn di Jiyana Zarokan de”, danasîna têgehên mirin, windahî û şînê dike, ji bilî vê li gorî temenê zarokan bertekên mirin û şînkêşiyê bi me re parve dike.
Dermansaz Etman YAVUZ bi nîvîsa xwe ya “Şîn û Derman”ê pêdiviya dermanan û asta bikaranîna wan dinirxîne.
Prof. Dr. Cem KAPTANOĞLU bi nivîsa xwe ya ”Jêderên Erîşbarî û Tundiyê yên Takekesî”yê ya bi wergera Aydin RENGÎN bi zimanekî derûnkolînerî êrişkarî, tundî û êrişkariya wê ya siyasî bi me re parve dike.
Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya “Nexweşiya Sewesî û Zorlêtiyê – NSZ” li ser cureyên sewesî û zorlêtiyê disekine û dermankirina vê nexweşiyê bi xwendevanan dide nasîn.
Prof. Dr. Melek GÖREGENLİ bi hevpeyvîneke têr û tijî ya li ser derûnnasiya civakî û mijara kurdan bi me re ye.
Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ û Lêkolînêr Düzgün UĞUR bi nivîsa xwe ya “Piştgiriya Derûncivakî ya bi Zimanê Zikmakî” li ser civak û derûnnasiyê, di hevdîtinên derûnî de girîngiya zimên û piştgiriya derûncivakî ya bi zimanê zikmakî radiwestin.
Derûnnas Hemed Elî QOSERÎ bi nivîsa xwe ya “Fêrbûna Renc û Dijwar – FRD”ê behsa pirsgirêkên xwendin, nivîsandin û hesabkirinê dike û rêûrêçikên çareseriyê nîşan dide.
Derûnnas Rewşen REMAKÎ bi nivîsa xwe ya “Kêmasiya Baldariyê û Nexweşiya Hîperaktîwîteyê – KBNH” li ser pirsgirêkên baldarî û hîperaktîwîteyê disekine û hûrgiliyên vê nexweşiyê bi me dide nasîn.
Derûnnas Gulistan BARIK bi nivîsa xwe ya “Vajînîsmûs”ê li ser sedem, rêbaz û dermankirina vajînîsmûsê radiweste.
Kenan ORMEK bi çîroka xwe ya “Pirtûkxane”yê behsa nexweşekî NSZê dike.
Ji bilî van nivîs û nivîskarên hêja, Edîtoriya kovarê di vê hejmarê de danasîna “Enstîtûya Derûndermanî û Derûntrawmayazanistiyê ya Zanîngeha Dihokê” jî bi me re parve dike ku cara yekem e enstîtûyeke wisa li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin.