Her rabirdû di hemû kolanên min de sema dike... darbestin
Ji nişka ve, mîna her gergerînok û hetîketiyeke dewranî, wexer ji min xwest
Hemû ramûsanên sîpeyîyê, û hezkirinên piçûkaniyê li hemû dîwaran xistin, û bi destnîşankirina perestgehin nû, xwe li ba kir.
Dibe ku mîna kesekî bi hêviya nivîsandina nameyeke evînî be... bo firiştekê
Ev bû; ya di çend salan de nedipejirand ku ji co ya razê bête dawerivandin
Bibûre dayê, tu û dayika min ya piçûk
Pora we bi rondikên min şuştîne, çirisîna stêran ya bêdaw li we dikin
Ne dişêm... ne diçim û ne vedigerim
Û heger ji paş ciyê nêrîna te têde zaye, vegere, bi vîna serjimêreke nû ji danehevin ku ji wateyên xwe, yên berê tazî mayî hêj dimînin, dîsan, wê bi xwe bikevin.
Helbet sedemeke van hemû bîranînên li pey min, heye
Ku ji her hêlê ve her dem êrîşî min dikin
Heger ez bi xwe re birim, hûnê min ji bîrê nekin
Li her deverê li min bigerin, li min bipirsin
Zanîbin ku çavên min gelek ji we hembêzdikirin
Dibe ku bêhna gelek tiştan bo min tête nişîn
... di destpêkê de, Mirin
Ew… ne jî bi çi pîvanan
Ne di aloztirîn cihan de
Dahênana rewa ya bêjeyan e...
De here; wexer be... hebûna te buhuşte
Yek ji demên ku êdî cêwiya derûnê di’afire
Tenê ji carên bûn ê… belkî nûtirîn car
Barkirin… wexerkirin… çend wêneyên hêlên binneyî
Di parkirina hêviya biyaniyê de; ji nû diramîne
Lewra… nemaze, rûdawa dawîn ya di hiş de
Bi hûrbînî, yan jî bi mebesta tunnebûna çi bandorên ku heye biqurmiçîne, ancax bêyî çi tinazî û çi armanceke niqaşî, di her bîskan de bête daleqandin.
Êdî tête lêbûrîn… ji bîrê nayê kirin
Vê carê bêriya barkirinê nakim, belkî vê carê tenê!!
Erê hevsera minê, dikim ji mijgulên te hemû rêyên berdewarî û letwaniyê bihûnim
Ku belkî hest û niyaza dayika xwe yên di derbarî jiyanê de hembêz bikim
Dayê; min bi tenê nehêle
Bi armanca ku germahiya hembêza dayika te hinekî vegerînim
Wateya sêwîtiyê vemalim, nehêlim... bikujim
Çi lihevsiwarkirine? Bi vî awayê ku ne hêsan e… belkî bi navekî din bête kêşankirin
Li gor tewereyên pevçûna regezên ne diyar, yên guvaştin in sincûvî, bi nêrînên çend ziman in veşartî… dibe ku efsaneyî be.
Li hember tuwanca bûrî, ji çavan, ji giyan, ji hawîrdor… herî girî serkeft e.
Ji danasînên xwe vedizî, yên ji mêj de sedem in vejiyayî dikin biherikin hemû gorên pêşewayan.
Mirinê te bo xwe bir, da karîbe xwe di amadebûna te de kêm bike.
Vê carê jî; bi vemalandina hemû hizrên ku heye bibin rasteqîneke nû ji hin guhertinên piçûk, yên xwiya.
Hemû taybetiyên veşartî di vê goşeya dizzek de... têtin xaçkirin.
Takêşiyeke rewanî di van hemû têwerdanên ku li hawîrdor dûmahiyeke bêbext. ji hertiştên daring, dûr.
Di hemû xaleyên hestê de ala pakrewaniyê hildidim
Dikim bibim xaka gora we
Ev e dahênana min di jiyanê de
Çi sosrete... dibim perçek ji mirin ê
Ev gotin di hinavên min de dipistînin “ rawestgeha dawiye “
Hemû sermaye ya me divêt vegere...
...Civatên me
...Werîs û dewlikên me
...Hemû lîstikên me
...Tejika me ya li ber sîka dîwarê malê - yê kin - ya li asîtana malê raxistî
...Mêwa me
...Pênûs û pelên me
...Dilopên xanîkê me yê ban rizî
...Hemû ramanên me yên ku nehatin nivîsandin
...Hemû kesên ku dikarin kesayetiya me bihejînin
...Û gelek tiştên din
...Berî hertiştî, em... Em bixwe.
.............................................................................
03/03/2014