Share |

Kurdekî Rojhilat xelata Matematîkê ya Fiedels girt

Kongreya Matematîkarên Navneteweyî vê carê Madalyeya Fiedels a Matematîkê dan kurdekî rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Koçer Bîrkar.

Kongreya Matematîkarên Navneteweyî her çar salan carek li dar dikeve. Vê carê li Rio de Jenerio ya Brezîlyayê li dar ket. Di her kongreyê de Madalyeya Fiedels didin 2, 3 an çar kesên di bin temenê 40'î re. Ev xelat wekî Nobela matematîkê tê hesibandin.

Îsa ev xelat ji Zanîngeha Cambridê dan Koçer Bîrkar, ji Zanîngeha ETH ya Zurihê dan Alessio Figalli, ji Zanîneha Bonnê dan Peter Scholze û ji Zanîngeha Stanfordê dan Akshay Venkatesh.

Koçer Bîrkar ku ev xelat girtiye ji bajarê Merîwan ê rojhilatê Kurdistanê ye, niha 40 salî ye û li Zanîngeha Cambdrigde hîndekar e.

Koçer Bîrkar li ser xelatê wisa gotiye: "Ez hêvîdarim ev xelat ji bo 40 mîlyonî bibe cihê kêfxweşiyê."

Piştî merasimê xelata Koçer Bîrkar li salonê hat dizîn. Madalya ku di çenteyê wî de bû ligel telefonê wî hatiye dizîn. Polîs û organîzetor lê digerin.

Berî Koçer Bîrkar, çar sal berê kesek din ji Îranê ev xelat girtibû: Meryem Mirzakhani. Meryem Mirzakhani ku di sala 1977'an de li Tehranê hatibû dinê di 15'ê tîrmeha 2017'an de miribû.

Xelat dan Alî Nesîn jî

Li aliyê din di kongreyê de Xelata Leelavati dan mamosteyê matematîkê yê ji Tirkiyeyê Prof. Dr. Ali Nesîn.

Yekem car di sala 1936'an de bi fermana matematîkarê kanadayî John Charles Fiedels ve ev xelat hatiye dayîn. Lê piştî sala 1950'î her çal salan carek bi rêk û pêk ev xelat hatiye dayîn. Armanc ew e ku piştgirî bidin kesên ciwan ên di warê matematîkê de gotar nivîsîne û piştgiriya wan bê kirin. Ev madelyeya Fiedels ew madelyeye ku ji bo matematîkarekî xelata herî mezin e ku xwe bigihîne wê. Yên ku xelatê digirin ligel madelyayê 15 hezar dolarên kanadî jî pere wekî xelat digirin.

 

Diyarname