Rûniştîne, li ser piyan e, guhdarin, civiyan e... bi tenê ne. Hin jî mîna te ne; bê nav in, bê dîrok in, bêyî xwe ne. Her tişt li hember jiyanê ye, ji wê ne, tê de ne... Û li hev siwar kirin in bi awayin bêhempa.
Ne derbasbûnek, ne derketinek... ne xeydek, ne li hev hatinek
Westandinek e bê sedem, bêyî destpêkin lojîkî
Li ber serê hev in, li ser hev in... di nav hev de ne, ji hev in
Her kes di rêza xwe de ye, her kes heye... her kesî zimanê xwe di bêrîka xwe kiriye.
Tarîbûnek... şewqek e tenik dide qozîkê, du dîwarên mişt qelş.
Du kes in... na na, kesek e... nizanim; belkî yek û xwe ne... ne girîng e!!
Yek ji nav tamaşevanan bang dike, nûneriyekê dike... belkî ev tenê ye; lîstikvanê di vê çîrok ê de, eger ne çelwarî be:
Şiyar bibe, çavên xwe veke... Ez bigorî, Ez qurban
... De rabe rewanê min o
Ne bo çi heyberê, ne bo danasîna çi çîyîtiyê, ne jî bo vejîneke nû... ne bo dahatûyê.
Ev dijwateyên demkî, ev ankêtên derûnî yên di hemû xaleyên min de belavkirî, ku hêj bê encam in... di qoqa min de hêman in bê nav û biyan in, dikin bêtin bişavtin.
Min ê ev bigota... û çend hevokên ku netên nivîsandin û ne jî gotin
Min bo çi awarteyê nerêke, ne’avêje, nepekkîne, nepengizîne, neqilqilîne
Belê; ew bûkoke ji bîra min nereviyaye, hêj di’axive, jînenîgariyekê dişopîne ... mezintir dibe, dijî.
Hewl bi hin xêz in têvel re... ku têgihiştineke bê sûde, mîna derewekê
De ka xwe bivecniqîne, bike ku tu xwe bitirsîne, bi xwe bi’arihe
Xwe û jiyanê bistirîne, vê carê... tîrêj li nik te windadibin, namînin
Êêêê... çima ez navekî nû li te nakim? Na na wilo bimîne çêtir e, tu wilo dixwaze!!
Berî çend deman – nependî – demeke xewê bû, bo min, xeweke pirr giran bû, gelekî kurt bû, li ser peyarêke gemarî, ji malê dûr, nêzîkî herkesê nas... ez ê razêkî ji te re bibêjim, yek ji wanên nas, tu bû, lê mixabin te ez nedidîtim. Belkî jî baştir bû, çiku min bo te ristin dirêj di wê bîskê de dinivîsandin, dikarim tiştin din jî ji te re bibêjim, ku tu bixwaze!!! Hoqeboqa wê pûştê di wê balkonê de, xweş tête bîra min, bê çilo di heftiyakê de navdariya wê bajarê me hejandibû, hindek maye ku em hemû bi navê wê bêtin nasîn... bi dax e; di wê demê de ew ji min buhatir û hêjatir bû, ji xwe jî girîngtir bû.
Hinan ez di wê zemînê de digevaztim, geh di’avêtim aliyê te, geh aliyê wî seyê har, û geh ez hildidam û berdidam, ez dikirim melkesê wê riyê, gelek tişt jî li min diketin, çarox, bot, potîn, şimik û pêlavên bipehnî... û gelek tiştên din jî, helbet ev bûyer tête bîra te, gerek tu zanîbe, ya te bêtir ez êşandim, parsûyekî min hûr bû... hey malava dîsan jî te ez nasnedikirim. Kuro ma te ji xwe re nedigot bo çi ewqas erîşkirin, min ji xwe re digot: ev çi fîlmçêkerekî bêbav e, tu dibêje belkî rastîye!!!.
Va ez ê herim pêşmalê, cilikekê li ser xakê raxim û piyalan dînim ser, ez ê hertiştî amade bikim, ta wilo tu jî ji nav livîna xwe derkeve û bilezîne berî ku ev hînikbûn raweste. Careke din wilo bi serê me hatibû. Lê ew ne sûcê me bû. Sûcê kalkê te bû ku ew av li ber devê derî rijandibû, em herdu şemitîbûn û gemişîbûn ta piştî çend se’etan baranê hişê me li me vegerandibû... belkî em mirîbûn, nifira wî bêbextî “ wey mirin ” li me bicî bûbû, ew qeşmerê ku bûkoka me - dayika me ji cilên me ji me re çêkiribû - dizî bû. Bêhna mirinê bû, mirineke kin bû, mîna bejna wê keçka ku - bêhemd - destê min lêket û paşî wê lêvên min bernedanbûn, ta niha jî ew birîn bihev nehatiye. Çi xwere bû, te digot belkî goştxwere!! Birastî ez ne li gor wê bûm.
Her tu wilo bimîne, her ez bi hêz dibim ku te ji kokê hilbikim, bawer neke ku ez biwestim.
Ê de rabe ey perçê min yê nehênî, ey sîka min ya veşartî, ey hevalcêwiya min, ey “ez”.
Vaye ez ê strana me bibêjim... lûbandinek:
Tu... Ez
Tu tuyî... Ez ez im
Ez tu me ... Tu ez im
Em yek in...
De ka bi min re bibêj looo, lêêê... dengê te ji yê min xweştir e, bêyî dengê te dengê min namîne, ma çi zû te ji bîrê kir dema ku wê pisîkê keroşka me revand û min tenê bang dikir û gazî dikir, lê kesek bi me ve nehat... kesekî dengê min nedikir, ez bêdengim!!!
Ez gelekî sildibim û ji xwe ne xema te ye, de ka rabe çêtire ez ava qeşagirtî li te bireşînim, hey malava ma qey qet nirxê min niye? ku hesin ba niha bişivî bû bû. Heyla xwelî li serê min be, ez xwe hewcedarî te dikim, bila tu zanîbe ku ez ê te ji temîkên xwe bêpar bikim, ez ê hemûyan bo xwe bihêlim... tu dike ku ez jî barbikim.
De yabooo... Dibêjin ku – ji xwe baweriya min jî qels e – hemû çêkiroxên bişkokan biryar dane fabrîkên xwe da nema bişkokên ji celebê “ nêr û mê “ çêbikin. Ev tête zanîn ku piştî çend salên din wê bibin antîk e, lewra vaye ez ê ji gomlekê te bikim û di wî perçê erd de, yê ku me kirî bû, veşêrim... bila dilê te di cî de be, ez ê gelekî bikolim, ez ê kûrbikim. Lê tu ji min re nabêje, gelo sedema vê biryarê çiye? Heger ji bo şermbûnê be dikarin navê wê biguherin, ma ne wilo ye?
Biradstî jî ev ne çi mijar bû û ne çi nûçe bû min ji te re veguhast, dîsan jî belkî sûde ya wê bo te hebe, çiku herdem tu hertişî dixwaze ... bi kêfa te ye, tu dikare bibûre.
Bi te nizanim, bi wan hemû kesan jî nizanim, lê ez qet ji bîrê nakim. Bila ev bibe pênûsa min di bêrika te de. Di dawiyê de te ez mişt tif dikirim û tu diçû, ji dilopên buharê jî wêrantirbûn. Tu diçû, lê kesên din dev ji min nedigeriyan, ez di nav xwînê de dihêlam. Ew qijik jî li ser wê têlê bê cizbûn bendewar bû. Ez jî di niyaza xwe de, ya ku hertişt nigaşî be, dimam... tevî ku dîndarî para te bû carê!!!
Haya te ji te hebe, vaye ez ê te bidiqdiqînim...
Tîqetîqek bilind ji her deverê têt, ji bilî wî, hêdî hêdî nizim dibe û winda dibe, hino hino bêdengiyek xwe berdide û pêre: Vemirandina hemû şewqên heyî... girtina hemû çavan... rawestina hemû henaseyan...
Ji nişka ve û ji deverin binneyî, belkî ji bin xakê, belkî ji goristanê... dengek, stranek, nehwirandinek, lorandinek...
Wexerkirinek girankirî ji her tiştî, windabûnek, tariyek... mirinek e bûrî û pêre qîjek, hawarek, giriyek, nalenalek e bêdaw...
Ji nişka ve û ji her hêl û deverê, vegerek din... mîna şanogehekê ku her tişt li platforma wê bi ajawe, vegere, perde diçire... kefenek ji wan livandin û ji van hemû bêjeyan û wateyan re.
Li xwe vedigere, cendek radije xwe, bi dûv xwe de bi rê dikeve. Bêdeng bo xwe digirî... li ser xwe digirî.
Vebirînek, dawiyek...
Her tişt di kêmasiyê de dimîne...
09/04/2014
...............................................................................