Share |

Li Amedê 24mîn Xelatên Rojnamegeriyê yê Musa Anter hatin Belavkirin

Piştî qetilkirina ronakbîrê Kurd Musa Anter di 20 Eylûlê 1992an de, li ser navê wî her sal xelatên rojnamegeriyê tên belavkirin.

Encamên xelatên 24mîn, roja yekşembê 25 Eylûlê li hola cegerxwîn li bajarê Amedê di bernameyek taybet de hatin belavkirin.

Gelek siyasetvan, rojnamevan, û herwiha nûnerên rêxistinên sivîl di bernamê de amade bûn.

Hevşaredarê Amedê Firat Anlî jî got berxwedana gelê Kurd bû roniya tekoşîna Apê Musa.

Hevseroka Cemiyeta Rojnamevanên Azad Nevîn Erdemir axaftina xêrhatinê kir û bibîr xist ku "di nav salek de piştî şer û pevçûna zexta li ser rojnamegeriyê pir zêde bûye û bi dehan rojnamevan niha di zindanê de ne. Bi van kirinan tê xwestin ku çavê rojnamevanan bitirsînin, lê em dest ji rastiyan bernadin.”

Xelatên Apê Mûsa yên ku ji sala 1993’yan heta niha tên dayîn di 6 beşên wekî tirkî, kurdî, dîmen, karîkator, wêne .