Share |

Li Amedê nîşandana fîlmên kurdî

Li Amedê çalakiya “Rojên Fîlmên Kurdî” dest pê kir. Ji Başûrê Kurdistanê jî hin rayedar beşdarî çalakiya fîlmên kurdî bûn.

 Bi hevkariya Mala Sînemayê û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çalakiya “Rojên Fîlmên Kurdî” birêve diçe.

 Çalakiya ku li Salona Şanoya Şaredariya Amedê hatî destpêkirin Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistanê Xalid Doskî, Hevsorekê Şaredariya Amedê Firat Anlî jî beşdar bûn.

 Wezîrê Çandê Xalid Doskî got ku çalakiyên kulturî û hunerî ji bo nêzîkbûna kurdan girîng in.

 Doskî anî ziman ku ji bo çanda kurdan di nava civaka navnetewî de bê nasîn divê xebatên zêdetir bên kirin û wiha got: “Pêwîst e karên baştir jî pêk werin. Divê pêwendiya di navbera herçar parçeyên Kurdistanê de bê xurtkirin.”

 Firat Anlî jî bal kişand ser girîngiya nêzîkbûna di nava çanda kurdan de.

 Çalakiya li Amedê “Rojên Fîlmên Kurdî” destpêkirî dê sibe bi dawî bibe.

 

Amed (Rûdaw)