Share |

LI AMEDÊ TÊGÎNÊN BIRÊVEBERÎ Û PÊŞEYÎ BI KURDÎ TÊN SAZKIRIN

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca avakirina termînolojiyeke hevpar ji bo têgehên birêveberî û pîşeyî yên Kurdî ku di birêveberiyên xwecihî de têne bikaranîn, bi beşdariya gelek mamosta û zimannasan kargehek li dar xist.

 

Kargeh li navçeya Sûrê hat lidarxistin. Tevî xebatkarên Şaxa Parastin û Geşepêdana Ziman, akademisyen û zimannasên ji Kurdistanê û derveyî welat beşdarî bernameyê bûn.

 

Kargeh dê 3ê rojan berdewam bike û dê biryara têgehên Kurdî bê girtin û li şaredariyan wekî zimanekî hevpar were bikaranîn.

 

Kargeh di çarçoveya polîtîkayên şaredariya pirzimanî de hat kirin û li ser standardkirina têgehên Kurdî û termên pîşeyî gotûbêjên berfireh hatin meşandin.

 

Piştî kargehê tê plankirin ku têgehên Kurdî yên hatine standardkirin, li gorî polîtîkaya pirzimaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser tabelayên şaredariyê werin nivîsandin ango zêdekirin.

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi pêşengiya Şaxa Parastin û Geşepêdana Ziman a ser bi Serokatiya Beşa Çand û Hunerê û saziyên ziman de, ji meha nîsanê û vir ve her hefte ji bo standardkirina têgehên şaredariyê yên bi zaravayê Kurmancî yê zimanê Kurdî xebat tên meşandin.

 

Di vê çarçoveyê de heta niha 25 civîn hatine lidarxistin.

 

Ji bo nirxandina vê ezmûnê û hevparkirina pirsgirêkên termînolojîk ev kargeh hat birêvebirin.

 

 

 

Kanal8