Share |

LI BENDA XAPÎNÊ / HELBESTA . DR. XEZEL ELMACIDÎ

 

WERGÊRANA . Hasan SILÊVANI

 

 

 Van hemû bajêran dê hêlim

 

Ewên min ditîn ûyên nedîtîn

 

Ezê jinan û meyê ûhevalan hêlim

 

Û bitinê dê li makera xwe suwar bim

 

Û dê di vê rêya zirav re çim

 

Dê li dûv şînwarên tozê çim

 

Û dê çente ji ser milên min Kevin

 

Û ji devê min çîrok

 

Û ji çavên min xewn

 

Hemûpertûkên min li pey yek dê di rêde Kevin

 

Û yaryî yên min ji kaxezan çêkrîn dê Kevin

 

Roj dê xeware bit û tine şev dê mînit

 

Gul dê werin  û tine tirs dê mînit

 

Çima min wekir ev wexere her bibît?

 

Ma çu rê yên dî nebûn?

 

Ma ez neşêm li ser şuste yên rê yan xwe bigrim?

 

Min divêt xwe bigrim

 

Li hîvî ya base,şemendefirê û xapînê

 

Lê ez naxwazim wexer bikim

 

Hêj gelek tişt di nav mitayên min de mane

 

Û li wêrahe gelek çaverê ne

 

Û ez dikarim di gel wan de bim.