Roja 10.01.2020an korsa fêrkirina Zimanê Kurdî ku ji aliyê lêkolîner û nivîskar Xalid Cemîl Mihemed ve hatibû amadekirin û wane jî wî bi xwe didan, li hola Dezgeha Sema ya Çand û Hunerê li mêvanxaneya Capitol bidawî bû.
Mamoste Xalid, bi hevkarî li gel Dezgeha Sema ya Çand û Hunerê û mêvanxaneya Capitol, xuleke pêşketî di Zimanê Kurdî de da, tê de hejmarek nivîskar, rojnamevan û xwendekarên zanîngehê ji beşên cuda beşdar bûn.
Di vê korsa ziman de, waneyên rênivîs, peyvsazî û rêziman hatin dan, ji bilî waneyên derbarê wergirandina ji Soranî û Erebî bo Kurmancî, waneyên dariştina nûçe, raport û nûçeyên bilez.
Derbarê vê korsê û girîngiya wê mamoste Xalid Cemîl Mihemed got: “Mebesta min ji vê korsê ku, ez çend hizkiriyên Zimanê Kurdî fêrbikim, ne tenê ji aliyê xwendin û nivisandinê ve, lê belê ji aliyê ragihandin, ferheng, wergirandin û bikaranîna rojane a ziman jî.”
Herwiha got: “Ji aliyekî din ve jî pêwîstiya civata me bi çend kesên şareza di beware ziman de heye, da ku vî zimanê pêşbixin, û bi awayekî akdîmîk kar li ser vî zimanê bê kirin, ne tenê em fêrî elfabeyê bibin, lê pêwîstiya me bi fêrkirin û fêrbûnê di ware rêziman, rênivîs û fonîtîkê de heye, ji bo em karibin xizmeteke mezintir ji zimanê xwe re bikin.”
Derbarê rola ragihandinê di pêşxistina Zimanê Kurdî de, mamoste Xalid nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Gerek bû, ragihand ziman pêşbixista, lê tiştê bûye, ragihandina Kurdî komkujiyê derheqê ziman dike, tu dibîne dezgeheke ragihandinê zor pêşketiye ji aliyê teknîkî ve, lê bi zimanekî kambax û wêran karê xwe dike. Lewma pêwîstiya dezgehên ragihandinê bi wan kesên pispor heye.”
Ji aliyê xwe ve beşdarbûyê vê korsê Hiznî Sîno got: “Ez derçûyê kolêja ragihandinê me, min tenê bi Erebî xwendiye, ragihandina Kurdî gavên mezin avêtine, niha gelek kenal, radiyo û rojnameyên Kurdî hene, divê mirov fêrî zimanê xwe bibe, him ji bo xwe him jî bo xizmeta zimanê xwe bike, û ev xul jib o bin gelek bi sûde bû.”
Nivîskar Rewşen Hisên got: “Min berî niha pirtûkek ji Engilîzî wergirand Kurdî, lê xweska min ew kar piştî vê korsê kiriba, ji ber di vê korsê de ez fêrî rêziman û rênivîsa Kurdî bûm, daxwaza min jî ew e ku xort û keçên me bêhtir beşdarî korsên wisa bibin.”
Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî kevnar û dewlemend e, û yek ji çek û alavên ku Kurdan pê xwe parastiya li dijî pîlan û siyasetên tinekirin û qirkirinê, lewma korsên wisa jî dikevin xizmeta pêşxstin û parastina ziman û nivîsa Kurdî, lê divê hêz û rêxistinên Kurdan jî bikar û planên stratîjîk pirsa ziman berbiçav bigrin û li ser kar bikin.
11.01.2020
Idrîs Hiso – Hewlêr.welate me