Share |

Li Hewlêr Heftiya Hunerê Misrî

Hukûmeta Misrê, heftiya hûnera Misrî li Hewlêr sazdike û çendîn çalakiyên rewşenbîrî û hunerî têde pêşan didin. Ev heftiya hunera Misîr di rojên 5-9 Nîsanê 2012 tê pêkanîn û têde, kesayetên hunermend û çalakvanên hunerî beşdar dibin, weke tîpa hunera netewî Melewî, Sêrk, şanoya Bukele, çalakiyên karê Sînemayî, tên pêşkêş kirin. Her di vê heftiyê de, pêşangeheke fotografî ya karên zarokan tê vekirin. Wekî din ragihandina wezareta rewşenbîrî û lawên hukûmeta Herêma Kûrdistanê, ragihand kû dê di nêzî de dem û cihê wê heftiya hunerî li ser malpera fermiya xwe belav bike. P. F / C. M PNA