Share |

Li Parîsê, çarxeriyek navê Yilmaz Guney hildigire

 

Şaredariya Parîsê navê derhêner û lîstîkvanê sînemayê ê Kurd Yilmaz Guney li çarxeriyeke Parîsê dike.

Enstitûya Kurdî ya Parîsê berî niha bi armanca navê derhêner û lîstîkvanê sînemayê Yilmaz Guney li bazineyekê were kirin, serî li Şaredariya Herêma Dehemîn a Parîsê dabû. Şaredarî jî ev daxwaz bi komdengî pejirand û navê Yilmaz Guneyî dê li bazinê were kirin.

Ew Bazne li taxeke piçûk a Parîsê ye û hejmarek zêde Kurd li wê taxê dijîn. Çarxerê (Bazne) dê di 30ê Hezîranê de bi rewresmekê were vekirin.

Yilmaz Guney derhêner û lîstîkvanê sînemayê yê navdar ê Kurdan e. Wî di sala 1982an de di Festîvala Fîlmên Kanê de bi fîlma xwe ya bi navê “Rê” xelat wergirtibû. Dema koça dawî kiribû li goristana “Père Lachaise” ya li Parîsê bi xakê hatibû sipartin.

 

K24