Share |

Li Rûsya Nivîskarê Kurd Pîr Kerîm Reş koça dawî kir

Piştî demeke dirêj ji nexweşiyê, nivîskarê bi navûdeng ê Kurd Pîr Kerîm Reş li Rûsya bi temenê heştê daliyê koça dawî kir.

 Nivîşkar û dîroknivîsê Kurd Pîr Kerîm Reş yek ji girîngtirîn nivîskarên Kurd ên li Rûsya tê hejmartin, ku yek ji sekreterên Yekîtiya Nivîskarên Rûsî bû û xwedî çendîn pirtûk û nivîsandinên li ser kurd û dîroka Rûsya bû.

 Herwiha Pîr Kerîm Reş daxwaza wî hebû serdana Herêma Kurdistanê bike, lê ji ber ku ew di akadîmiya îstixbarata Rûsyayê de jî mamoste bû, rê pê nedihat dayîn serdana derveyî Rûsyayê bike.

 Pîr Kerîm Reş di 2 Çileya 1936 de li gundekî Kurdnîşîn bi navê Ako li Ermenistanê jidayîk bûbû, di sala 1963 de kolêja rojnamegeriyê li zanîngeha Lînîngradê temam kiribû.

Pîr Kerîm Reş 15 salan li Sîbîryayê jiya bû, di sala 1977an de jî, hatibû Moskoyê, dest bikarê nivîsandin û mamostetiya di Akademiya Leşkerî û Ewlehiyê de kiribû.

 Nivîskarê Kurd Pîr Kerîm Reş îro 24 Tîrmehî li Mosko koça xwe ya dawî kir û biryar e li Moskoyê jî were veşartin.

 

BasNews