Share |

LiteraKurd Mala Wêjeyê li Amedê deriyên xwe vekir

LiteraKurd Mala Wêjeyê li Amedê di roja 6 nîsanê 2025an de li maleke kevnar de li nava Sûra Amedê deriyên xwe ji nivîskar wêjekarên hezkiriyên edebiyatê kurd re vekir.

 Ev saziya nû dê bi armanca geşkirina ziman û wêjeya Kurdî dest bi xebatên xwe bike. di merasîma vekirnê de akademîsyen Serdar Şengul û nivîskar Mehmet Dêcle axivîn û gotin  û behsa "Di Serdema Modern de Kurd, Bajar û Edebiyat"ê  û bi xêrhatina mêvanan kirin û di panelek pêşkêş kirin.

Her weha diyar kirin ku LiteraKurd Mala Wêjeya Kurdî ye  û ev encama hewldana fikir û keda gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd e, ji bo ku bibe navenda ziman û wêjeya Kurdî hatiye avakirin.

Li gorî gotina LiteraKurd Mala Wêjeyê, wê ev sazî hewl bide ku edebiyata Kurdî ya ku bi sînorên siyasî û zimanî ji hev qetiyaye, bigihîne hev û bîra Kurdî ya ku bi gelek sedeman belavbûyî bi tevgereke kolektîf bîne cem hev.,

Litera Kurdê li ser vekirina deriyên xwe peyamek belav kir û got:“Wekî tê zanîn, malên wêjeyê li bajarên dinyayê di pêşketin û danasîna edebiyat, bajar û neteweyan de roleke sereke pêk tînin.

LiteraKurd jî bi vê armancê dê rengê Kurdî li bajêr geş bike û deriyên bajêr ji edebiyatên dinyayê re veke.

Her wiha dê nivîskar û xwînerên Kurdî bîne cem hev û bi atolye û kursên nivîsê edebiyata nûjen pêş bixe.

LiteraKurd dê nivîskarên Kurd û nivîskarên dinyayê bike mêvan û wan û xwîneran bîne cem hev.

Li dawiya merasîma vekirnê de kokteyleke li lidarxistin.