Di vê dema gola helbestê meyî de, ez pê hestbûm ku helbestvan Yasîn Husên bi lorandina xwe di dîwana Lorîk de, deng ji wê golê vedayî û pêlên wê govendkî gerandine, diyarkirî ku helbestvan zindîne .
Lorîkê bi bîst û neh helbestên bedew govend xwe girêdayî û hestên merovan hişyarkirine taku hêvî venemirin.
Bi vê helbestê dest bi Lorîkê kirî:
Diçûm seyrana şevê
Ji tariyê vedixwarim
Qulmişk dibin lingên Hedban de dikolin
Ji warê qijalk û berçemokan
Konekî bi temenê dîrokê ava dikirin
Lorî..... Lorî......
Da nemirim
Lorî..... Lorî.....
Em di dergûşê de dîn bûn
..........
.............
Her şev xwe dikojim
Da bê mirin nejîm ....
Ji ber liva wan awirên te
Min ji jîyanê surgun dikirin
Dîlokin....Dîlok...DilorînimHer xew ji min re Xêr e
Lê dilê min bê xew
Ji nalînan xwe gez dikir…
……………….
………………
Helbestvan Yasîn bi helbestên Lorîkê di nav asoyê helbesta kurdî de bûye stêrkek geş û ronak dayî
Pêşgotina Lorîkê bi pênûsê mamosteyekî hestyar, hevalekî dilzozê helbestê hatiye nivsandin ew jî hêja Abdulkadir Musa ye, wî em bi pirsekê hilpesartin e: Kîjan lorîk?A te, a min, a wan, yan jî a me?
Ez jî dibêjim herkesê Lorîkê bixwîne wê pê hest bibe ku ew lorîk ya we û me ye. Eger tu wek min çav tengbe jî ya min û te ye ji ber ku Yasîn bi hestên xwe di Lorîkê de lorandî, ne bi dengê xwe. Loma her merovekî hestyar be, bi lorandina Lorîkê re hevpare.
Çunkê ji berê de gotine:( Tiştê ji dilan dekeve wê derbazî dilan bibe)
Lorîk ji aliyê helbestvan ve, hana hatiye diyarîkirin: (Ji diya min Amûdê re) Erê ji Amûde re, ne tenê ji ber ku Helbestvan Amûdiye, na! Amûde, Şermola ye, Girê mozan e, paytexta horkeşa ye, gorepana ronakbîrên Kurd e Wek: Cegerxwîn, Mele Hesen huşiyar, Ehmed Namî,ûûû
Lorîk bi berg û motîvên hunermendekî hestiyar hatiye xemilandin ew jî hunermend Luqman Ehmed e.
Lorîk bûye para weşanên sentera Margirêt li ser erkê D. Taha Resûl li paytexta ronakbîriya kurdî bajarê Silêmanî yê, hatiye çapkirin.Sed rûpeliye.