Share |

Malpera SemaKurd xwe nû kir

SEMAKURD

 

Bi helkefta buhar û Cejna Newrozê, malpera semakurd ya girêdayî dezgeha Sema ya çandî û hunerî , bi dîzayin û şêweyekî nû derket pêşberî xwendevanan.

Di vê derbarê de me pêwendî bi Rojnemevan Hozan Emîn sernivîserê Malprê re kir û jib o avestakurd weha daxuyand.

“ Ev demek bu em mijûlî danîna dîzayneke nû bûn bo malpera xwe, û bi helkefta Newrozê me bi dawî anî û niha li ber destê xwendevana ye , me ev guherîn da çêkirin ji ber gelek hin egeran , a serekî ew bû ku malper karibe xwe baştir biparêze û xwe bigre li ber êrîşên ku li me dihatin kirin ji aliyê tîmên Turk an jî sûrî ku berî niha çend caran malpera me ya Kevin hak dikirin û didan rawistandin, a didwa jî me malper hinekî serdemî kir , û hin teknîkên nûjen me lê bar kirin , em hêvîdarin ku bi dilê xwendevanan be “

Her weha di dawiya axaftina xwe de , Emîn diyar kir ku ev Malper bi sala ye di xizmeta çand û edebiyata Kurdî de cih girtiyê, û di nava ragihandina Kurdî de hatiye naskirin, û her wisa wê berdewam be û bi awaeykî ji berê çalak tir , û jib o hemî agahî û têbîniyan jî em amade ne , û em daxwaz ji nivîskar û rewşenbîran dikin ku me ji nivîsên xwe bê par nehêlin.

 

Navnîşana Malpera Semakurd

http://www.semakurd.net/kurdish