Zinar Mistefa... Mamê Mihê mirovekî cotarî bû. Ewî di destpêka salên çilan de ji sed sala bîstan li gundê (Celwa Sefên - Herêma Dêrika Hemko) li cem
"Nûredîn Zaza" kardikir. Mihê carna didît ku Nûredîn di nivîsê de dixebite. Vêce, carekê ji caran, wî ji Nûredîn pirsî: Ma tu çi dedeynî?
Nûredîn jê re got ku ew bi Kurdî dinivîse.
Mihê matmayî jê pirsî: Gelo ma nivîsa Kurdî heye?!
Nûredîn bersiva wî da, go: Çawa nine? Vaye ez bi Kurdî dinivîsim!
Delxê li sere Mihê da ku ew jî fêr bibe nivîs û xwendina Kurdî. Rabû ji Nûredîn xwest ku wî jî hîn bike nivîs û xwendinê bi Kurdî.
Daxwaza Mihê ne kete serê Nûredîn de. Vêce, wî ji Mihê pirsî: Tu ji dil dixwazî fêr bibî nivîsa Kurdî?
Mihê gote Nûredîn: Belê, Belê ezbenî, ez ji dil dixwazim fêr bibim.
Nûredîn rabû ji Mihê re got: Ezê te fêr bikim Kurdî, lê şertekî min heye?
Mihê go ka şertê ti çiye?
Nûredîn ji Mihê re got: ku ez te fêr bikim nivîs û xwendina Kurdî, tu yê soz bidî min ku tu jî dê (5 Kesan) fêr bikî nivîs û xwendina Kurdî.
Mihê şertê Nûredîn li ser xwe qebûl kur û (3-4) caran hate dersan. Lê piştre, ew ji dersan qut bû.
Nûredîn (2-3) caran li hêviyê dima, lê pêjna şagirtiyê cotarî nehat. Nûredîn rabû çû pey û gotiyê: Mihê!, çima tu nayî dersên xwe?
Mihê, sere wî di ber de, gote Nûredîn: "ez hew têm, ma ez dikarim di ber dersên te re bikim!"
Nûredîn kenî û gote Mihê: Birako! Tu û nivîsa Kurdî tiştekî nabêjin hev.