Share |

Mamosete Amed Tîgrîs (li bakurê kurdistanê doza herî mezin doza zimanê kurdî ye)

Hozan Emîn

Zimanzan û Nivîskar Amed Tîgrîs di sala 1948an de li bajarê Licê (Amed) ji dayik bûye. Û li bajarê Erxaniyê dibistana mamostetiyê xwendiye,  û li gundên Cinezûr û Şêxana Licê mamostetî kiriye.

Di sala 1980 de derketiye derveyî welêt û li Siwêdê bi neştecîh bûye. û ji 1984 li Stokholmê bi awayekî fermî nêzîkî 28 salan mamostetiya zimanê kurdî dike, heya ku  Demeke serokatiya Enstîtûya kurdî ya li Stokholmê kiriye,Ji bo wergera pirtûkên zarokan ji swêdî bo kurdî bi salan di redaksiyona Weşanxaneya APECê de xebitiye, Di Med TV de bi navê ‘‘Rojbaş mamoste, Dibistana kurdî û Xwendegeha kurdî’’ de bernameyên perwerde û hînkirinê amade û pêşkêş kiriye.  

Tîgrîs di gelek dam û dezgehên çandî de kar kiriye, û mirovekî xwedan şiyan û gelekî zîrek û navdare û fidekare û bo xizmeta zimanê kurdî xwedî kedek mezine, û heya niha tevî pirtûkên wî yên wergerandinê nêzîkî 30 berheman çap kirine.

Ev xebat giş ji bilî bi sedan gotar û nivîs û şiroveyên Edebî ku di gelek kovar û rojnameyên li bakur û Ewrupa derdikevin belav kirine.

Di dîdara romana Kurdî ya ku li Dihokê hatibû li darxistin ji layê yekîtiya nivîserên kurd de , wek mêvan beşdar bibû û me li sir hin babetan gengeşe kir, û di derbarê beşdariya xwe de kefxweşiya xwe diyar dikir û digot gerek hinekî behtir li ser romana kurdî danûstendin çêbibe ne tenê behsa ezmûna Ewrupa û welatên din bê kirin, ji ber pisporiya wî li ser ziman û wêjeya kurdî ye , bi awayekî geşbîn lê dinerî û digot zimanê kurdî ber bi pêş de diçe û bi tayebet li bakurê kurdistanê , pişaftinek mezin li ser  ziman çêbûye  û digot “ mecbûr dewleta turkî, zimanê kurdî qebûl bike , û fermî bibe û ji dibistanê seretayî heya zaningehê wê were fêrkirin”

Me berê xwe da rojayê Kurdistanê ku îro şoreşek li wir li dare û zimanê kurdî bûye yek ji xwestekên serekî ku daxwaza fermî kirina wê tê kirin piştî bi salan hatiyê inkar û qedexe kirin di vê babetê de Mamoste got “ ez kêfxweşim ku zimanê kurdî destpêkirine, û perwerde dibe di hin bajaran de, heval ji min re dibêjin ku ber bi başiyê de diçe, û ez amade me hege bixwazin ez herim wir û ezmûna xwe ya bi dehên salan têxim xizmeta wan de , lê bi mixabinî be jî dibêjin meteriyal di dest wan de tune ne û gelekî bê imkanin, û mamostê ku pedexoçî zanin li cem wan tune ne, û ji tune bûnê gelek kes bi fedekarî rabûne û dersa didin, lê  lazimê were zanîn ku di perwerdê de, sê tiştên bingehîn hene?, (1) divê pîlana perwerdê hebe, û çawa tê şagirtan tê bighîne, (2) hazirkirna mamosteyan û perwerda wan (3) pirtûk û meteriyalin, le wexta ku em li rojavayê kurdistanê dinerin ev hersî bend jî tunene, ji nişkê ve delîve çêbû û ketin navê de, loma ew hersî tişt peyda nabin, lê divê hazirî û kar bê kirin ku wan şertan peyda bikin.

Em hatin ser rewşa zimanê kurdî bi giştî gelo di çi astê de ye û ji metirsiya wendakirinê xelas bûye, got “ belê ji bilî zaravayê Zazakî ( dimilkî) ew di bin tehlîka windakirinê de ye , û zimanê Soranî xema wê nemayê ji dayingehê heya zankoyê çûye, û kurmancî jî xwe gihandiye astekê û ne di rewşa windakirnê de ye, û roj bi roj pêş de diçe, wek mînak ez hatibûm Amedê berî çar salan û ez berî çend rojn jî li wir bûm, bi rastî handanek çêbûye û rewş ber bi başiyê de dice û keç û xort xwe fêr dikin û dicin xulên zimanê kurdî, lê metirsiya mezin li ser zarokan heye, ew tev asmîle bûn, bav û diyên wan bi kurdî zanin lê bi zarokên xwe re bi Turkî diaxivin, ev di demên pêş de we nifşekî sax bi kurdî nizanibe çêbibe, berê behsa Dersim û Erziromê dihat kirin ku esmîle bûne, lê îro ber bi Amed heya Mêrdînê ve tê”

Her weha berdewam kir û got ku van du sê salên dawî de li bakurê kurdistanê her kesî fêm kirye ku doza herî mezin doza zimanê kurdî ye, û pêwiste perwerdeya wê ji dewleta Turkî bi awayekî fermî wergirin, lê belê berî dehên salan siyasiyên kurd li wir digotin ev pirs wê bi careseriya pirsa kurdî re were çareserkirin , lê ne wisa ye û ew jî bi derengî pê hisiyane ku lazime ji ziamnê kurdî re sitatuyek hebe, û dawa wê dikin?”

Em hatin ser rewşa perwerdê li herêma kurdistanê mamoste weha got “ ne tiştekî şaşe ku perwerde bi du zaravan hebe, û li gora min divê herdû zarav soranî û behdînî standard bibin, ew dema yek milet û yek diyalekt , derbas bû? Ez mînakekê bînim, min gelek lêkolîn di vî beware de kirin, li Efrika başûr bi sê zaravan perwerde heye, û li Nerweç yek netewin û yek welate bi du zaravan û bi du girametîkan perwerdê dibînin , a girîng hastên netewî ne, û ev piroseseke dirêje, dibe ku di pêşeroje de ber bi hev de werin û bibe yek perwerde”

Bi vî awayî mamoste hizir û bîrên xwe bi mere parvekir, û destxweşî û spasî me li kar û xebatên wî kir û suhbeta me li vir bi dawî bû.

 

 

Rojnama WAR – 9-1-1013