Hevpeyvîn: Hozan Emîn-Mamoste Subhî ahmad li rojavayê krdistan li gundê Kêşikê girêdayê bajarê Dêrikê di sala 1955an de ji dayik bûye û her li wir xwendina xwe ya seretayî qedandiye
û li zanîngeha Helebê beşê Ingilîzî diploma zimanê Ingilîzî bi dest xistiye û mamosteya Zimanê Ingilîzî kirye, lê ji ber heza zimanê daykê û xizmet û xebata wî bo wê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve ji mamostetiyê hatiyê avêtin û bi qasî 6 meha ketiye zindanê de.
Ji ber wan egeran neçar dibe ku koçî derveyî welat bibe, û li welatê Holandayê neştecîh dibe, û li ser zimanê kurdî hîn xurtir û hûrtir dibe, û ji Instuta Zimanê Kurdî ya Broksêlê, Diploma Zimanê Kurdî bi dest dixe.
Li ser zimanê Kurdî gelek berhem nivîsandine û nivîsên wî di gelek malperan de hatine weşandin û nêzî du salan di Roj TV dersên zimanê kurdî dane û nêzî sê salan dersên zimanê kurdî di komelên kurdan de dane û gelek hevpeyvîn bi telvizyon û radyon re pêkanîne.
Ji bo ronîkirinek hîn zêdetir li ser xebat û karên wî me ev hevpeyvîn pêre çêkir.
* Mamoste niha hûn bi çi mijûlin, û çi li ber destê we heye?
Di destpêkê de, sipas ji bo rojnama Evro, Bi rastî ez wek zimanzanekî kurd û li penaberiyê hin mercên zor bi ser me de tên lê em li ber xwe didin, berî demekê min dest bi pirtûka xwe ya sêyemîn kiribû lê hinekî rewşa min a tenduristî ez sekinandim. lê ev demeke min dîse dest bi pirtûka xwe ya bi navê “mijarên nazik di zimanê kurdî de” kiriye û ez wê berdewam dikim ji ber ew jî gelekî giring û pêwîst e.
* Li ser babeta zimanê kurdî, hûn pêşeroja wê çawa dibînin?
Iro ez dikarim bêjim reoj roja ziman e. Dem hatiye ku em hemî hêz û derfetên xwe bikin bin xizmeta zimanê xwe de ji ber ku sitûna herî sereke di bin banê netewan de ziman e heger em li zimanê xwe di vê demê de xwedî dernekevin em ê ti deman wek îro nikaribin derkevin ez pêşeroja zimanê kurdî gelekî ronî dibînim.
* Gelek zimanzan bi erênî li pirbûna van zarav û lehceyên di zimanê kurdî dibînin, gelo ma tu çawa dibîne?
Bi rastî zimanê me gelek zengîne ji ber ku zimanê pir alî û pir zareva û devok ew dikare bibe zimanekî xurt û zengîn di cîhanê de dema me pir peyv bi yek watê hebin wê demê em dikarin pir hevokên renge reng binivîsin, di zimanê kurdî de em dikarin her zarevek mîna zimanekî bikarbînin çawe em çar zarevayên sereke di zimanê kurdî de wek çar zimanan dibînin.
* Ji bo zimanekî kurdî standard û yekgirtî, pêşinyarên te çine?
Ez dibêjim gereke em zareveyên xwe azad bikin em ne zareve peristbin wan tevlîhev bikin û ji zarevan re vekirî bibin çawe bila agahiyên herkesî li ser hemî zarevayan hebe û zareve bên xwendin, wê demê merov dikare li ser zimanekî standerd û yekgirtî bisekine li gor min gereke hemo zarava pêş bikevin ev ne kêmasiye.
* Li rojava heyamek nû destpêdike, û niha zimanê kurdî li dibistanan de tê xwendin, tû şewyê dana ziman û perwerda wê çilo dibîne?
Ev gaveke gelekî baş e, Lê li gor dîtina min kêm e çawa? Dema ders di nav milet de yan jî di dibîstanan de tên dayin gereke ev ders bi rengekî hevbeş bin gereke zimanzan li wir li hev kombibin û bigihin ramanekî rast û dirist ji dana dersan û bikaranîna peyvan û hevokan ew jî li gor rêzik û qural û qanûnan bin li gor rêzimanan bin hemî sazî û dezgehên li ser ziman disekinin gereke xwe yek bikin di hînkirina ziman de, Ji ber ku zimanê kurdî ye ne zimanê kesekî ye yan jî yê sazîyekê yan jî yê partiyekê ye, ez dixwazim li ser ziman kurd bibine yek.
* Peyva te ya dawî ji bo xwendevana?
Ez dibêjim gereke her kes hînî zimanê xwe bibe ji ber ku ziman nasnama me ye hebûna me ye tu kes te bi cil û bergan nasnake lê dema tu bipeyivî wê demê tu bi zimanê kurdî dipeyivî hingî tu kurdî herkes bi zimanê xwe tê naskirin.
Rojnama Evro – hejmar 1316- 10/12/2013