Share |

Mezintirîn navenda çanda Frensî-Kurdî li Amûdê tê avakirin

 

Yekemîn gav li Rojavayê Kurdistanê bi vî awayî tê avêjtin, gava avakirina navenda çanda Frensî-Kurdî li bajarê Amûdê ye, ku beriya çend rojan şaredariya bajêr a girêdayî Rêveberiya Xweser li ser hevpeymana rêxistina Asya ya avakirina navendê îmze kir.

Ev navenda ku dê were avakirin, li gorî ku cih ji wê re hatiye diyarkirin, ew li ser rêya kemera bajêr e, ango li derdora herêma çaksaziyê û rûpîvana û dê nêzî 10 hezar mitir çargoşe ye, herwiha li gor jêderekî taybet ji nava şaredariya bajarê Amûdê ji Orinet Net re ragihand, dê buhayê avakirina vê navendê nêzî Milyar û nîvekê bike.

Di nava projeya navenda çanda Frensî-Kurdî de, dê holên taybet bi xwendinê, pirtûkxaneyên mezin, xaniyên bicihkirina mamoste û kesên perwerdeyê bibînin, hebe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, dê projeya avakirina  navendê di nîvê meha Tebaxê de destpê bike.

Orinet Net